Tevkariya parastina hawirdorê li koçberiyê jî didomîne

Horiye Mihemed ku 25 sale gulfiroşiyê dike û şitilên daran diçîne, li warê koçberiyê jî vî karî didomîne û tevkariya hêşînkirina hawirdorê dike.

30 nîsan, 2023   06:37
ŞEHBA - ZEYNEB ŞÊXO

Efrîn bi bedewiya xwezaya xwe û zêdebûna baxçeyan tê nasîn. Çandinî ji bo efrîniyan kevneşopek e. Efrînî li ku derê bimînin, hema dora xwe bi dar û kulîlkan dixemilînin û vê çandê zindî dihêlin.

Koçberên Efrînê yên li kantona Şehbayê dimînin, li kamp, gund û navçeyên lê bi cih bûne, bi çandina dar û kulîlkan rojên Efrînê bi bîr tînin.

Horiye Mihemed (65) jî ku 25 sal e bi karê çandiniyê re mijûl dibe, li ser karê xwe ji ajansa me re axivî.

Horiye ji navçeya Cindirêsê ya Efrînê ye û piştî koçberiyê li navçeya Ehdas ya Şehbayê bi cih bûye û şitilgehek ava kiriye. Xweşikbûn û rengîniya şitilgeha wê bala mirovan dikişîne.

Dayika Horiye diyar kir ku wê li Efrînê tevî zarokên xwe şitilgehek çêkiribû û got: “Ez 25 sal e karê çandiniyê dikim. Ji vî karî pir hez dikim. Min bi hezkirin ev kar bi ser xist.”

Dayika Horiye wiha behsa koçberiyê û dûrketina ji erd û baxçeyê xwe dike: “Derketina ji Efrînê bi me pir zehmet bû, ji ber ku me keda xwe li dû xwe hişt. Lê min nexwest dev ji wî karî berdim, min li vir ji nû ve dest bi çandina şitilan kir. Destpêkê ji ber ku gelek pêwîstî nedihatin peydakirin, min hinekî zehmetî kişandin. Lê bi keddayînê û bi têkoşînê min dewam kir. Em herî zêde darên zeytûnan diçînin, lê hemû cureyên dar, kulîlk û çîçekan li gel min hene.”

50 HEZAR ŞITIL ÇANDINE

Dayika Horiye di salên destpêkê yên koçberiyê de 18 hezar şitil çandine, lê niha hejmara wan bûye 50 hezar şitil. Wan şitilan hem wek diyarî dide, hem jî difiroşe. Beşekê jî dişîne Helebê. Ji ber ku hemû pêdiviyên çandiniyê li Şehbayê nayên peydakirin, hin tov û şitilan ji Helebê tîne.

Horiye diyar kir ku 6 kesên din jî pê re di şitilgehê de kar dikin û wiha dom kir: “Kurê min ê mezin jî şitil bi destê wî digihên. Em bi vî karî debara jiyana xwe jî dikin.”

(c)

ANHA