Li dijî Îsraîlê êrişa bi moşekan

Hate ragihandin ku artêşa Îsraîlê êrişên bi moşekan ên ji aliyê Lubnanê ve hatin avêtin asteng kirin. Tê gotin ku ziyanên canî û madî hene.

Li dijî Îsraîlê êrişa bi moşekan
6 nîsan, 2023   15:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyayên Îsraîlê diyar kir ku 15 moşek ji Lubnanê ber bi Îsraîlê ve hatin avêtin û ji Quba Hesin ve jî bi dehan mûşekên dijber avêtin.

Li gorî malpera RT, deverên Îsraîlê yên hatine topbarankirin ên niştecihan e. Hate gotin: "Artêşa Îsraîlê derdora bajarokê Qelîlê yê başûrê Lubnanê bi obîsên giran topbaran kir. Top li deverên sivîlan ên li ser sînor ketin.ʹʹ

Kenala 14 a Îsraîlê jî got, di 10 deqeyan de 100 moşek ji Lubnanê ber bi bakurê Îsraîlê ve hatin avêtin.

Di dîmenekê ku medyayên dîjîtal parve kiriye de sîstema parastina hewayî ya Îsraîlê êrişekê asteng dike.

Kenala Kan jî diyar kir ku tenê moşekek ji Lubnanê hat avêtin û ew li qada hewayî ya Şelomî hat astengkirin. Malpera 0404 destnîşan kir ku niştecihên li Celîlê piştrast kir ku 3 moşek hatine astengkirin.

Desteya Weşanê ya Îsraîlî ragihand ku di encama topbaranê de 2 kes birîndar bûn.

Ji ber wê jî, Îsraîlê qada hewayî ya bakurê welêt girt.

(mh)