​​​​​​​Însiyatîfên Urdinê yên têkildarî Sûriyeyê rojeva rojnameyên erebî ye

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa rola Urdinê di krîza Sûriyeyê de û rewşa Sûdanê kir.

​​​​​​​Însiyatîfên Urdinê yên têkildarî Sûriyeyê rojeva rojnameyên erebî ye
1 nîsan, 2023   07:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb li ser rola Urdinê di krîza Sûriyeyê de ev tişt nivîsand: "Urdinê demên dawîn, di nêzîkbûna dewletên Ereban û Sûriyeyê de pêşengî kir. Lê tecrubeya Umanê nîşan dide ku normalîzekirina têkiliyên dualî bêyî hevkariya herêmî tenê dê hin destkeftiyan bîne.

Di navbera Urdin û Sûriyeyê de têkiliyên qutbûyî hebûn, lê di nîvê sedsala borî de pirî caran nakok bûn. Di havîna 2021′ê de, dema şahê Urdinê Ebdullah El Sanî di hevdîtinekê li gel kanala CNN′ê de gotibû desthilata serokê Sûriyeyê Beşar Esed domdar e û pêdivî bi têkilîdanîna bi rejîmê re heye, wê demê amadekariya ji nû ve pêkanîna têkiliyan bi Sûriyeyê re dike, piştî demekê ji dijberiyê.

Şahê Urdinê, yekem serokê Ereb bû ku piştî serhildana Sûriyeyê ya 2011′an bang li Esed kir ku îstîfa bike û ji kesê yekem bû hewl dide ji nû ve bi rejîma Sûriyeyê re bide û bistîne. Lê piştî derbasbûna salekê, hîna têkiliyên Sûriyeyê-Urdinê sar in û destkeftî sînordar in."

Hevrikiya bingehîn a jinûve têkildanînê, ew e ku Sûriye û Urdin panbendî biryarên hevalbendên xwe ne. Şam tenê xwedî derfeteke biçûk a biryardayînê ya yekalî ya têkildarî dozên bingehîn ên hundirîn û derve ye. Ev yek bi taybet ji ber têkiliya wê ya bi Îranê re ye."

′DOZÊN BIGIRÊK ÎMZEKIRINA LIHEVKIRINA SIYASÎ YA DAWÎN LI SÛDANÊ BI PAŞ DIXE′

Rojnameya Şerq El Ewset li ser rewşa Sûdanê wiha nivîsand: "Berdevkê fermî yê xebata siyasî li Sûdanê vê sibehê bi daxuyaniyekê ragihand ku îmzekirina lihevkirina siyasî ya dawî bi sedema nelihevkirina li ser hin dozên bigirêk hate paşxistin.

Dihat payîn îro lihevkirina dawîn bihata îmzekirin.

Di vê hefteyê de li ser rojeva tevlêkirina Hêzên Piştgiriya Lezgîn a nava artêşê, nakokî derketin. Ew gav di Lihevkirina Çarçoveyê ya Kanûnê de hatibû îmzekirin."

(fr)