​​​​​​​Nûnertiya Kongra Star civînek li Silêmaniyê li dar xist

Nûnertiya Kongra Star a Başûrê Kurdistanê li Silêmaniyê bi jinên Rojava re civiya.

​​​​​​​Nûnertiya Kongra Star civînek li Silêmaniyê li dar xist
13 adar, 2023   17:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo di civînê de behsa rewşa giştî ya Rojava û êrişên li dijî jinan kir.

Rîhan destnîşan kir ku têkoşîna jinan bi ruhê şoreşa jinan dewam dike. Her wiha behsa encamên konferansa 9'emîn a Kongra Star kir ku di 15'ê Çilyê de li Hesekê bi beşdarbûna hezar jinan li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye lidarxistin.

Rîhan diyar kir ku konferansa 9'emîn di salvegera 18'emîn a damezrandina Kongra Star de hatiye lidarxistin, gelek biryarên girîng hatin girtin ku hêza birêxistinkirina jinan xurttir bikin.

Her wiha Rîhan got divê tu jin li Rojava, Sûriyê û derve bê birêxistinkirin nemînin.

Di civînê de bernameya xebata Komîteya Têkiliyan û Peymanên Demokratîk ji aliyê endama nûnerên Kongra Star Silava Silêman ve hate xwendin.

(dm/şx)