Li Îranê 2 jinên din ên rojnamevan hatin girtin

Li Tehranê 2 jinên din ên rojnamevan hatin girtin. Ji destpêka çalakiyên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ve 79 rojnameger hatine girtin.

Li Îranê 2 jinên din ên rojnamevan hatin girtin
23 ÇILE, 2023   12:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Li paytexta Îranê Tehranê duh rojnamevan Saîde Şefîhî û Mêhirnûş Zarayî jî hatin girtin.

Hevjînê Saîde Şefîhî, Hisên Homayun li ser hebasê xwe yê Twitterê ragihand ku roja 22’yê Çileyê di encama serdegirtina li ser malê de hevjîna wî hatiye girtin.

Her wiha Ajansa Komeleya Çalakvanên Mafên Mirovan a li Îranê HERANA ragihand ku rojnamevan û nivîskar Saîde Şefîhî ji bo cihekî nediyar hatiye veguhastin û hîn sedema girtina wê nehatiye eşkerekirin.

Ajansa Komeleya Çalakvanên Mafên Mirovan a li Îranê HERANA diyar kir ku rojnamevan Mêhirnûs Zarayî ji bo Girtîgeha Evîn a Tehranê hatiye veguhastin.

Li gorî ajansa HERANA’yê hêzên dewleta Îranê piştî serdegirtina mala van rojnamegeran û kontrolkirinê beşek ji amûrên wan ên peywendî bi pîşeya van ve heyî, desteser kirine û bi xwe re birîne.

79 ROJNAMEVAN HATIN GIRTIN

Di 21’ê Çileyê de, li Tehranê nûçegihana Ajansa Şehir Milîka Haşimî jî hatibû girtin. Ji destpêka raperîna “Jin, Jiyan, Azadî” ve li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 79 rojnameger hatine girtin ku hinek ji wan bi dayîna kefaletê hatine berdan. Lê piraniya wan hîn di girtîgehê de ne.