Tevgera Hîlala Zêrîn şehîdên komkujiya Parîsê bi bîr anîn

Tevgera Hîlala Zêrîn, şehîdên komkujiya Parîsê bi bîr anîn û destnîşan kir ku hêzên serdest dê nekarin rê li ber jinên Kurd bigirin ku “pêşengiya meşa azadî û demokrasiyê dikin”. 

Tevgera Hîlala Zêrîn şehîdên komkujiya Parîsê bi bîr anîn
7 ÇILE, 2023   11:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya 10`emîn salvegera komkujiya yekemîn a Parîsê ku di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransayê Parîsê li dijî 3 jinên Kurd; Sakîna Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan hatiye kirin, Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de îşarest bi komkujiyên li dijî jinan hat kirin û wiha hate gotin: "Yek ji komkujiyên li dijî sivîlan û jinên pêşeng ên Kurd, komkujiya 9`ê Çileya 2013`an e ku li Parîsê pêk hatiye û di encamê de 3 pêşeng ên Kurd; Sakîna, Leyla û Fîdan şehîd bûn. Di çarçoveya dewamkirina wê komkujiyê de, li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê  êrişeke çekdarî pêk hat û di encamê de heval Evîn û hevalên wê şehîd bûn.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku zîhniyeta dewleta Tirk a dagirker û şirîkên wê yên di hikumeta Fransayê de dimeşîne, qirkirina jinan û gelê Kurd kiriye armanca xwe ya sereke.

Her wiha hate diyarkirin ku jinên Kurd pêşengiya meşa azadî û demokrasiyê dikin, ji ber wê dewleta Tirk a dagirker li her derê wan dike hedef.

Di daxuyaniyê de îşaret pê hate kirin ku rejîma kujer û dijberî mirovahiyê bi rêbazên xwe yên hovane û bi rêya tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan dixwaze rê li pêşiya têkoşîn û azadiya jinan bigire û ji bo tunekirina felsefeya “Jin, jiyan azadî” komkujiyan pêk tîne.

ANHA