​​​​​​​Li Parîsê meşa girseyî

Li Parîsê bi deh hezaran kes ji bo bîranîna şehîdan û protestokirina her du komkujiyên li Parîsê dimeşin.

​​​​​​​Li Parîsê meşa girseyî
7 ÇILE, 2023   10:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo eşkerekirina kujerên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez ên ku di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin û Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil ku di 23'yê Kanûna 2022'yan de hatin qetilkirin, bi deh hezaran kes dimeşin..

Serokê Baroya Parîsê, nûnerê Tevgera Ciwanên Nobedar û parlementer li cihê hevdîtinê ji raya giştî re axivîn.

Li Qada République dê mîtîngek were lidarxistin. Di mîtîngê de bi parlamenterên Fransayê, rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen, nûnerên sendîkayan, parêzer, nûnerên saziyên Kurdan, nûnerên rêxistinên çepgir ên sosyalîst ên ji Tirkiyê dê biaxivin.