​​​​​​​Li Kerkûkê teqîn; 8 polîsên Iraqê mirin

Li bajarokê Riyazî ya Kerkûkê di dema derbasbûna wesayîta polîsên Iraqê de teqînek çêbû, di encamê de 8 polîsên Iraqê jiyana xwe ji dest dan 2 jî birîndar bûn.

​​​​​​​Li Kerkûkê teqîn; 8 polîsên Iraqê mirin
18 kanûn, 2022   09:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên Rojnewsê dane, danê siharê li gundê Sefreî ya dikeve bajarokê Riyazî ya ser bi Kerkûkê ve, di dema derbasbûna wesayîta polîsên Iraqê de, mayînek bi wesayîtê ve teqiyaye.

Heman çavkaniyê ragihand ku di encama teqîna mayînê de, 8 polîsên Iraqê jiyana xwe ji dest dane, 2 jî birîndar bûne.

Hate zanîn ku piştî teqînê di navbera çeteyên DAIŞ û polîsên Iraqê de pevçûn çêbûye. Di encam de çeteyek DAIŞ’ê hatiye kuştin. Piştî teqînê hêzên Iraqê gihiştin cihê bûyerê.