​​​​​​​Şêniyên Qamişloyê: Em ê têkoşînê xurt bikin heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî mîsoger bikin

Şêniyên Qamişloyê diyar kir ku redkirina hevdîtina bi CPTʹyê re ya ji aliyê rêber Abdullah Ocalan ve, peyamek e ji bo ku berxwedan û têkoşînê geş bikin. Şêniyan destnîşan kir ku ew ê pyama rêber Ocalan bi cih bînin.

​​​​​​​Şêniyên Qamişloyê: Em ê têkoşînê xurt bikin heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî mîsoger bikin
3 kanûn, 2022   06:47
QAMIŞLO- GELHAT ANDOK

Têkildarî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şêniyên bajarê Qamişloyê diyar kir ku ew ê têkoşînê xurt bikin heta ku azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan pêk were.

Welatiyê bi navê Ebdulkerîm Ebdurehman diyar kir ku armanc ji komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan, gelê Kurd e. Ebdulkerîm Ebdurehman destnîşan kir ku tevî tecrîdê ya ku roj bi roj girantir dibe, gel ji her demê bêtir bi ramanên rêber Ocalan ve tê girêdan.

Li ser redkirina hevdîtina bi CPTʹyê re Ebdurehman got: "Rêbertî dibîne ku xetimandinek heye û serdanên ku CPTʹyê pêk tîne bê encam in. Li girtîgehên cîhanê qanûn hene ku mafê girtî heye malbat û parêzerên xwe bibîne. Lê ev maf ji bo bêrber Ocalan hatiye qedexekirin. 20 meh derbas bûne û hîna me tu agahî li ser rewşa tenduristî ya rêbertî negirtiye. Ji ber vê yekê divê CPTʹyê erka xwe li hember rêbertî û tevahî girtiyan pêk bîne."

Welatiyê bi navê Mihyedîn Hesen jî got: "Rêbertî hevdîtina bi CPTʹyê red kir, ji ber ku baş dizane ku têkiliyên CPTʹyê û dewleta Tirk a dagirker û hêzên din re xurt in û CPT bi tena xwe nikare biryar bide."

Mihyedîn Hesen diyar kir ku ew ê têkoşînê xurt bikin heta ku azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan mîsoger bikin.

Welatiya bi navê Şemsîxan Gulo diyar kir ku rêber Ocalan kesayetek azad e û got: "Hewl dide mirovek azad, civakek azadî û cîhaneke azad ava bike. Dîl hat girtin da ku dengê wê negihêje cîhanê.ʹʹ

Şemsîxan Gulo anî ziman ku ramanê rêber Ocalan ji tevahî alozî û şerên li Rojhilata Navîn û cîhanê re çareserî ne.

Têkildarî redkirina hevdîtinê bi CPTʹyê re jî Şemsîxan Gulo anî ziman ku redkirina hevdîtinê peyamek e da ku berxwedanê berdewam bikin û têkoşînê geş bikin. Her wiha got: "Em ê li ber xwe bidin, em ê bi ser bikevin."

Welatiyê bi navê Hozan Mecdo anî ziman ku rêber Ocalan hevdîtin bi CPTʹê yê red kir û ji her kesî re îsbat kir ku CPTʹyê nikare karê xwe bi cih bîne, lê fermanên yên din pêk tîne. Hozan Mecdo soza berxwedan û têkoşînê ta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan da.

Hozan Mecdo got: "Em ê peyama rêbertî bi cih bînin."

ANHA