QSD′ê sersaxî ji malbata şêx Himêdî El Deham El Hadî re xwest

QSD′ê ji bo wefata şêx Himêdî El Deham El Cerba sersaxiya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, êla Şemer û Al El Cerba xwest û got "Em hemû xizmetên wî yên ji herêm û şêniyên wê re bi bîr tînin û dê ‎helwestên wî yên li dijî fîtneyê bibin şahidên hezkirina wî ji welat re.‎"

QSD′ê sersaxî ji malbata şêx Himêdî El Deham El Hadî re xwest
11 mijdar, 2022   09:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ya fermî, peyama sersaxiyê ya ji bo wefata şêxê êla Şemer, şêx Himêdî El Deham El Hadî El Cerba da.

Di peyama sersaxiyê de wiha hate gotin:

"Bi xemgîniyekê me agahiya wefata şêx Himêdî El Deham El Hadî El Cerba, bihîst. Bi koça wî me birayekî perwer, pêşengekî welatparêz ku bi me re di rewşên herî dijwar de bû, winda kir û dê sembola hezkirina welat, bandor û exlaq bimîne.

Bi vê boneya biêş, em sersaxiya gelê xwe yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, êla Şemer û Al El Cerba li tevahî Sûriyê û cîhanê, malbatê wî û hezkiriyên wî dixwazin.

Di demekê de em sersaxiya şêx Himêdî dixwazin, em hemû xizmetên wî ji herêm û şêniyên wê re, nexasim di parastina ewlehiya şêniyan, pêkanîna biratiya gelan û yekkirina wan de bi bîr tînin. Her wiha hêzên me hîna li ser baldariya wî di parastina welat de li hember hemû aliyên destwerdêr de şahid in û dê helwestên wî li dijî fîtneyê ku hêzên komploger pêk dianîn, sabît bimînin.

Her wiha em di vê roja biêş de, bi serbilindî rola sereke ya şêx Himêdî di serkeftinên hêzên me de li hember hêzên terorîst ên tundrew ku di destpêka şoreşê de êrişî herêma Cezîrê kiribûn, bi bîr tînin. Beşdariya wî ya çalak di damezrandin û jinûve avakirina hemû saziyan de, ku wî mohra xwe di karên xwe yên xêrxwaziyê de û di piştgirîkirina li hember hemû aliyên zulmkar de pêk aniye, bi bîr tînin."

(fr)