Li Koreya Başûr 151 kesan jiyana xwe ji dest da

Li paytexta Koreya Başûr Seûlê di merasîma pîrozbahiyên “Cejna Pîrebokan” de qelebalixî pêk hat û herî kêm 151 kesan jiyana xwe ji dest dan û 82 kes jî birîndar bûn

Li Koreya Başûr 151 kesan jiyana xwe ji dest da
30 cotmeh, 2022   07:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnewsê li herêma Itaewon a paytexta Koreya Başûr Seûlê ku yek ji navendên şahiyên li bajar e, di merasîma pîrozbahiyen “Cejna Pîrebokan” de qelebaxî (hêwirze) pêk hat. Di encamê de herî kêm 151 kesan jiyana xwe ji dest dan û 82 kesên din birîndar bûn ku rewşa 19 jê giran e. Ji kesên jiyana xwe ji dest dane 97 jin in.

Yek ji rayedarên Servîsa Agirkujiya Neteweyî ya Koreya Başûr Choi Cheon-sik, der barê hêwirzeyê de axivî û diyar kir ku dema pîrozbahiyê kesên li dû hev ji ber ku hev dehf dane hêwirze pêk hatiye.

Serok Dewlet Yoon Suk- Yeol şîn îsal kir û diyar kir ku diviya bû qet ev trajekî pêk nehata.

Tê gotin ku herî kêm 100 hezar kes beşdarî pîrozbahiyên “Cejna Pîrebokan” bûne.