24 SALÊN KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ – 2

24 SALÊN KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ – 2
6 cotmeh, 2022   23:33
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Di sîstema Îmraliyê de ku ji Guantanamoyê xirabtir bûye, 24 sal e rêber Abdullah Ocalan girtî û dîlê siyasî yê hêzên navneteweyî ye û helwesteke dîrokî raber dike. Ne berxwedan û dîlbûna wî, ne jî kiryarên li dijî wî di sedsala 21'an de nimûneyên wan nîn in.

Li gel derxistina rêber Abdullah Ocalan beriya 24 salan ji Sûriyê ku gelan wek rêberê xwe qebûl kiriye, li dijî paradîgmaya rizgariya jinan, jiyana ekolojîk demokratîk û têkoşîna gelan a ji bo rizgariyê, Komploya Navneteweyî dest pê kir. Ewropayê hemû balafirgeh girtin, serlêdanên penaberiyê asteng kirin û rê li ber girt ku rêber Ocalan biçe Ewropayê û rê li ber vekir ku ber bi Kenyayê ve were revandin. Tevî ku serlêdana penaberiyê li Yewnanistanê kiribû jî, li Kenyayê hat revandin. Di 15'ê Sibata 1999'an de komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan mezintir bû û radestî dewleta Tirk kirin.

DÎROKEKE GERDÛNÎ TÊ DARIZANDIN

Di 15’ê Sibata 1999'an de rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de dîl kirin ku rojeke sembolîk bû ku 13'ê Sibata 1925'an Serhildana Şêx Seîd dest pê kiribû. Bi vê yekê dewleta Tirk xwest bi rêya tunekirin û înkarkirina gelê Kurd dîrokê dubare bike. Rêber Ocalan vê yekê wek dîrokeke gerdûnî ku di şexsê wî de tê darizandin, dinirxîne.

Li girtîgeha Îmraliyê ku ji aliyê “Rejîma Înfazê ya Ewlekariya Bilind” ve tê birêvebirin ku weke dewama Komploya Navneteweyî hatiye amadekirin, sîstema tecrîdê ya 24 salan ji sîstema Guantanamoyê wêdetir çû û hat bicihkirin û wek xeleka binpêkirinên mafan bi pêş ket û bû sazkar bû. Rêber Abdullah Ocalan vê zindanê wek “tabûteke ku parçeyê herî girîng ê komploya mezin a Gladyoyê, proto-Guantanamo” pênase dike. Di vê pêvajoyê de ji 50'yî zêdetir dewlet û hêzan di tecrîda girankirî de cih girt û hevkarî kir.

DÎROKA ZÎNDANAN A TIRKIYÊ

Zindanên giravan ji dema Osmaniyan ve gelek caran wek taktîkekê tên xebitandin û ji salên 1950'îy ve ji aliyê dewleta Tirk ve jî tê meşandin. Ji ber avhewa û şert û mercên zindanên giravê, girtiyan mehkûmî mirinê dikin. Li Tirkiyê zindanên ku bi şert û mercên xwe yên herî giran tên zanîn, zindana li Yassi Adayê û zindana Sînopê ne (her du zindan jî piştre kirin muzexne). Lê zindana Îmraliyê ji wan gelekî wêdetir e. Qada zindana Îmraliyê ku di 11’ê Tebaxa 1935'an de hat vekirin, 10 kîlometreçargoşe ye. Di wê demê de girtîgeheke nîvvekirî bû û serokwezîrê berê yê dewleta Tirk Adnan Menderes, wezîr Fatin Ruştu Zorlu û Hasan Polatkan, sînemagerê şoreşger Yilmaz Guney, wênesaz Îbrahîm Balaban û wênesazê rûmî Angulos Stafonodis tê de man.

JI GUANTANAMOYÊ JÎ WÊDETIR ZINDANA ÎMRALIYÊ YA ‘EWLEKARIYA BILIND’

Li 'Girtîgehên bi Ewlekariya Bilind' girtî tên îzolekirin (tecrîdkirin) û wek mirina bêdeng, yanî mirina ruhî û manewî lê tê ferzkirin. Armanc ji van girtîgehan ew e ku mafê jiyanê yê girtiyan jê bê girtin, bi taybetî fonksiyona sehekên wan têk bibin. Her tiştekî tekildarî jiyanê qedexe ye û tecrîdeke gelekî giran lê heye. Her cure têkiliyên mirovî yên girtiyan bi hev re qedexe ne. Girtîgeha Stammheim a li Almanyayê û Girtîgeha Long Keth a Brîtanyayê ji wan ên naskirî ne. Zindana Îmraliyê ji şert û mercên zindana Guantanomoyê wêdetir e ku zindana giravê û zindana bi ewlekariya bilind lê heye. Li Girtîgeha Guantanomoyê girtî xwedî hin mafan in, lê li Îmraliyê ji hevdîtin û ragihandinê heta şertên girtîgehê yên bi taybet hatine amadekirin, her tişt qedexe ye.

HEMÛ ŞERT Û MERCÊN BERÊ YÊN ZINDANA NÎV-VEKIRÎ GUHERANDIN

Di pêvajoya Komploya Navneteweyî ya li hemberî rêber Ocalan de, Girtîgeha Îmraliyê ya nîvvekirî ya li Deryaya Marmarayê di 4’ê Sibata 1999’an de hat valakirin û ji bo serfermandariya artêşê hat veqetandin. Derdora giravê wek herêma leşkerî hate ragihandin û bi navê sererastkirinê ji nû ve dest bi avakirina girtîgeha Îmraliyê kirin ku tê de tenê kesek bimîne. Dema ku rêber Ocalan anîn girtîgeha Îmraliyê, girav wek “herêma ewlekariya taybet” hate ragihandin. Rêber Ocalan “girtiyê hêzên navneteweyî û dîlekî siyasî” ye lê xistin zindaneke ku wek “Goristana Hades” bi nav kir û hemû şert û mercên zindanê guherandin. Şeklê birêvebirinê li gorî hêzên komploger hate dîzaynkirin. Rêber Ocalan got girtîgeha Îmraliyê bi “sîstema sêling” tê birêvebirin û diyar kiribû ku pergalê lingekî xwe li DYA’yê, lingekî xwe li Ewropayê û lingekî xwe li Tirkiyê ye.

Her tiştê ku li Îmraliyê hate kirin, ji bo lezandina mirina bêdeng bû. Rêber Ocalan biryara rakirina cezayê îdamê lê anîna tecrîda giran wek “bi demê re û hin bi hin ber bi mirinê birin û li ragirtina li 'korîdora mirinê' ya ji darvekirinê jî xerabtir” dinirxîne.

GIRAV HATE ÎZOLEKIRIN

Rêber Abdullah Ocalan dema li girtîgeha Îmraliyê dîl hat girtin, bi binpêkirina destûrê û qanûnan hemû rayeyên girtîgehê ji Wezareta Edaletê hat girtin û li ser navê Navenda Rêveberiya Krîzê ya Serokwezîrtiyê ji Buroya Pêwendiyê ya Krîzê ya Mudanyayê re hat hiştin. Sekreteriya giştî ya Lijneya Ewlwhiyê ya Neteweyî (MGK) wezîfeya rêveberî/koordînasyonê ya Navenda Rêveberiya Krîzê ya Serokwezîriyê girt ser xwe. Bi vê yekê zindana Îmraliyê bêhtir hat îzolekirin û qedexe kirin ku bi keştiyên sivîl zêdetirî 3 mîlan nêzî giravê bibin û helicopter di ser giravê re derbas bibin. Girtîgeha Îmraliyê ji ber ku li tu girtîgehan lêpirsîn, darizandin û mehkûmkirin bi hev re çênebûye, di vî warî de yekemîn e.

Rêber Ocalan di parêznameyên xwe de sîstema Îmraliyê wiha rave dike: “Sîstema Îmraliyê ji bo qelskirina îradeyê ye ku sîstema cîhana kapîtalîst bi taybetî ji bo min ava kiriye ku hiqûq û qanûn lê nîn in û wek bi demê re ji bo rizandin û teslîmgirtinê hatiye amadekirin.”

BANDORA TECRÎDA GIRAN A LI SER TENDURISTIYA RÊBER OCALAN

Tecrîda girankirî û şert û mercên hewayê binêm ên li Îmraliyê, ji ber zirarên giran ên li ser tenduristiya microvan, nerehetiya rêber Ocalan zêde kirin. Rêber Ocalan ku heta 15’ê Sibata 1999'an tenê pirsgirêkên sinûzîtê pê re hebûn, ji ber şert û mercên tecrîdê û îşkenceyê di nava demeke kurt de pirsgirêkên nû û cuda yên tenduristiyê yên mîna faranjît û astimê pê re derketin. Di qirikê de nexweşî çêbû û di demaxa wî de xurîn-şewitînê dest pê kir. Tengasiya nefesê, serêşa giran, firikîna laş lê derketin. Tevî vê yekê jî têkiliyên ji derve ve hatin qutkirin û tecrîda mutleq dewam kir. 24 saetan bi rêya kamerayê şopandin, bi vekirin û girtina deriyê cihê hewadarkirinê deng derxistin, tengkirina qadê û bê nefes hiştin û cezayên hucreyê lê birîn. Derket holê ku piştî Gulana 2010’an kontrolên bijîşkan hatine sekinandin.Ev 24 sal e mafê tenduristiyê nayê dayîn û daxwaza parêzeran, malbata wî û raya giştî ya demokratîk a ji bo muayeneya tibî ya ji aliyê desteyeke bijîşkan a serbixwe ve jî nehatiye qebûlkirin û qet dernexistine derve.

ÊRIŞÊN FÎZÎKÎ Û GEF

Di 1’ê Adara 2007’an de dema ku parêzeran porê wî kontrol kir, eşkere bû ku rêber Abdullah Ocalan hatiye jehrîkirin. Hate diyarkirin ku hucreya ku ew lê dima salek berê hatiye boyaxkirin û dibe ku jehrîbûn ji ber boyaxên dîwar be. Di Tîrmeha 2008’an de porê rêber Ocalan ji aliyê îdareya girtîgehê ve bi darê zorê hat traşkirin. Berê jî di Îlona 2007’an da hewl dan ku porê wî bi zorê biqusînin. Ev yek di dema hevdîtina parêzeran a 4'ê Tîrmeha 2008'an de aşkera bû. Di hevdîtinê de rêber Ocalan li dijî vê pêkanîna girtîgehê got “Wan porê lê da. Dewletê dixwze peyama ‘em çi dema bixwazin te di bin kontrolê de dihêlin, tişta ku em dixwazin em ê bikin. Tu di destê me de yî, 24 saetan di bin kontrola me de yî’ bide.”

Cotmeha 2008'an bi hinceta lêgerîna li hucreya wî ku wek “tabût” pênase dike, ew li erdê dirêj kirin û li hucreya wî geriyan. Piştî van pêkanînan, rêveberiya girtîgehê hucreya rêber Ocalan guherand û xist hucreyeke biçûktir. Di dema hewldana derbeyê ya 15’ê Tîrmehê de, girava Îmraliyê ku rêber Ocalan lê dîl e, ji hewa ve gule lê reşandin. Di 27’ê Sibata 2020’an de li girava Îmraliyê şewat derket an jî hate derxistin.  

HIKUMETA AKP'Ê HEVDÎTIN ASTENG KIRIN

Rêber Ocalan dema ku bi komployeke navneteweyî li Girtîgeha Îmraliyê hate bicihkirin, hevdîtina destpêkê di 25'ê Sibata 1999'an de pêk hat. Rêber Ocalan 12 salên ewilî bi tena serê xwe hat girtin û mafê wî yê hevdîtina bi parêzeran re bi qasî saetekê bû, lê belê ev mafên sînordarkirî jî her tim ji dest dihat girtin. Mafê hevdîtinê ji hefteyê du caran heta sala 2001'an, piştî sala 2001'an ji bo hefteyê carekê hat kêmkirin. Ji Mijdara 2002'an ve ku AKP hat ser desthilatê, mafê hevdîtina bi parêzeran re êdî dihate redkirin. Qedexeya li ser parêzeran jî di dema hilbijartinên 2011'an de çêbû.

PIŞTÎ 8 SALAN DI ENCAMA GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ DE HEVDÎTIN PÊK HATIN

Piştî hevdîtina bi heyeta HDP'ê re ya 5'ê Nîsana 2015'an nêzî 50 siyasetmedarên Kurd çalakiya greva birçîbûnê li dar xist. Piştî çalakiyê di 11’ê Îlona 2016'an de hevdîtina malbatê çêbû. Di encama grevên birçîbûnê û çalakiyên rojiya mirinê de, piştî 8 salan parêzeran bi muwekîlê xwe rêber Ocalan re hevdîtin pêk anî û hevdîtina yekem di 2'yê Gulana 2019'an de pêk hat. Wê salê bi giştî 5 hevdîtin pêk hatin.

Piştî ku hat aşkerakirin ku di 27’ê Sibatê de li girava Îmraliyê şewat derketiye, li gelek cihan mirov ji bo ku ji rêber Ocalan nûçeyan bistînin daketin qadan û çalakiyên cuda pêk hatin. Di 3’yê Adara 2020'an de hevdîtina malbatê pêk hat. Ji ber pandemiyê axaftina bi telefona di 27’ê Nîsanê de piştî 21 salan cara yekem hat qebûlkirin. Di vê axaftinê de rêber Ocalan rewşa Îmraliyê ya ku nayê texmînkirin, wiha got: “Ez niha baş im, ez nizanim dê di siberojê de çi biqewime.”

DI 11 SALAN DE HEZAR Û 218 PARÊZERAN JI BO HEVDÎTINÊ SERLÊDAN KIRIN

Di 25’ê Adara 2021’an de piştî îdiayên têkildarî rêber Abdullah Ocalan ên di çapemeniyê de 3-4 deqeyan bi birayê xwe Mehmet Ocalan re bi telefonê axivî lê hate qutkirin. Rêber Ocalan di vê axaftina xwe ya kurt de diyar kir ku rewşa tecrîda girankirî nayê qebûlkirin, xwest mafê hevdîtina bi parêzerên xwe re bê mîsogerkirin û bang li rayedarên berpirsyar kir ku li dijî vê rewşa derhiqûqî li gorî hiqûqê tev bigerin.

Di 24 salan de tenê 442 hevdîtinên parêzeran pêk hatin. Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve (heta 20’ê Îlona 2022’yan) parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo ku bi muwekilê xwe rêber Ocalan re hevdîtinê bikin, hezar û 218 caran serî li dozgeriyê da. Bi sedan ji van serlêdanan bê bersiv man û hewl dan yên din jî bi hincetan asteng bikin.

'YEKANE RÊYA PÛÇKIRINA KOMPLOYÊ XURTKIRINA YEKITIYA GELAN E'

Li hemberî tecrîda girankirî, şert û mercên girtîgehê û kiryaran, rêber Abdullah Ocalan têkoşîn, berxwedan û redkirina ferzkirinên siyasî didomîne. Rêber Ocalan ji bo vê berxwedana dîrokî dibêje: “Jiyana fîzîkî ne girîng e; roj bi roj, saet bi saet em ji xwe dimirin. Lê ji bo welat; ez hez dikim li Tirkiye, Mezopotamya û Kurdistanê jiyanke azad bidomînim! Ji ber evîna jiyana azad e ku ez hewl didim tarîtiya Komploya Navneteweyî ya dîrokî mîna ku bi serê derziyê bi çavkaniyên kêm ên li vê derê bikolim û bi xeta çareseriya demokratîk û aştiya birûmet komployê pûç bikim. Em bi komployeke dîrokî re rû bi rû ne; yekane rêya pûçkirina komployê, tevî hemû hewldanên dijminatiyê jî pêşvebirina yekitiya demokratîk a gelan e.”

ANHA