Yekitiya Jinên Ermen li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat damezirandin

Di Konferansa 1’emîn a Jinên Ermen a Meclisa Civakî ya Ermen de, damezirandina Yekitiya Jinên Ermen a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate ragihandin, serok û cîgira wê hatin hilbijartin.

Yekitiya Jinên Ermen li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat damezirandin
30 tebax, 2022   14:18
HESEKÊ

Îro sêşemê li bajarê Hesekê Konferansa 1’emîn a Jinên Ermen a Meclisa Civakî ya Ermen li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma “Yekitiya Jinên Ermen piştî qirkirina 107 salan xwe ji nû ve zindî dikin”, hat lidarxistin. Di konferansê de zêdetirî 150 nûnerên rêxistin û yekitiyên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdar bûn.

Di konferansê de sînevîzyonek li ser xebatên jinên Ermen di salên borî de hat pêşandan û gelek axaftin hatin kirin. Ji wan axaftina endamên Meclisa Civakî ya Ermen Losnak Gaforyan û Arbî Kîsriyan û endama Tabûra şehîd Nûbar Ozinyan, Hayastan Berbara. Her wiha reşnivîsa rêziknameya yekitiyê li pêşiya dezgehên çapemeniyê girtî hat xwendin.

Di encamnameya dawî ya konferansê de, damezirandina Yekitiya Jinên Ermen a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat ragihandin û Anahîd Qesebyan wek seroka yekitiyê hat hilbijartin.

Her wiha di encamnameyê de wiha hat gotin: “Di 30-8-2022`yan de piştî ked û xebatên mezin ên ji bo tevlêkirina jinên Ermen ji tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û yekkirina wan, konferansa me, Konferansa Yekitiya Jinên Ermen hat lidarxistin. Ew jî ji ber ku em bi wê yekê bawer dikin ku divê malbata Ermen piştî salên dirêj ji reva ji qirkirina Osmaniyan a li dijî gelê me û gelên herêmê ji nû ve xwe kom bike û bibe yek. Her wiha ku em civakeke demokratîk û azad ava bikin ku tê de hemû pêkhateyên Bakur û Rojhjilatê Sûriyê bi aramî bijîn û jinên Ermen di avakirina vê civakê de dûrî hişmendiya desthilatdariyê, cihê xwe bigirin.”

Piştre mekanîzmeya karê yekitiyê ev biryar hatin standin:

*Meşandina têkoşînê li hember sîstema faşîzm, dagirkerî û Împeryalîzmê.

*Bingeha rêxistinî, berxwedana ji bo pêkanîna azadiya jinan e. Ev bingeha ku divê karê xwe li ser bingeha parastina xwezayî û siyasî pêk bîne.

Di encamnameyê de bang li NY, civata navneteweyî û rêxistinên hiqûqî hat kirin ku komkujiyên Osmanî yên li dijî gelê Ermen û qirkirina wan wek sûcên şer nas bikin û gunehkarên wan komkujiyan ceza bikin.

Her wiha di encamnameyê de kiryarên dewleta Tirk a dagirker û Osmaniyên nû yên li dijî gelê herêmê hatin şermezarkirin û bang li pêkhateyên herêmê hat kirin ku li hember çeteyên Osmaniyên nû bibin yek û banga girtina qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo rawestandina wan komkujiyan hat kirin.

Di dawiya konferansê de Anahîd Qesebyan wek seroka Yekitiya Jinên Ermen a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û cîgira wê, serok û cîgirên yekitiyê yên kantona Hesekê û Qamişlo û bajarên Reqa û Dêrazorê hatin hilbijartin.

(mh)

ANHA