Dagirekriya Tirk du gundên navçeya Til Temirê daye ber topan

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de du gundên li rojavayê navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê topbaran dikin.

Dagirekriya Tirk du gundên navçeya Til Temirê daye ber topan
8 tebax, 2022   06:36
HESEKÊ

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji navçeya Til Temirê dane, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Gozeliyê û Til Leben ên rojavayê Til Temirê topbaran dikin.

Ji saetên serê sibehê ve dagirkeriya Tirk gundên li dirêjahiya xeta sînor ji navçeya Zirganê û heta navçeyên Dirbêsiyê û Amûdê û gundewarê rojhilatê bajarê Qamişlo, bi çekên giran û topavêjan topbaran dike.

(cx)

ANHA