`Bi yekitiyê jin dikarin pêşî li komkujiyan bigirin`

Panêla çarem û pêncem ya Konfaransa Navneteweyî ya Jinên Iraqê berdewam dike û di panelên çar û pêncem de hat bi bîrxistin ku li Efganistan û gelek cihên din kuştina jinan berdewam e û divê jin bi yekitiyê pêşî lê bigire.

`Bi yekitiyê jin dikarin pêşî li komkujiyan bigirin`
30 tîrmeh, 2022   16:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi pêşengiya Komeleya Jinên Iraqê, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û jinên iraqî Konfaransa Navneteweyî ya Jinên Iraqê ya bi dirûşma ‘Bi vîna azad a jinan em li hemberî jenosîda Şengalê tê bikoşin’ ku vê sibê destpê kiribû, bi panêla xwe ya çarem û pêncem berdewam dike.

Di panela çarem de li ser berpirsyariya hikumeta Iraq û rêxistinên navneteweyî çi ne û di panêla pêncem de li ser pêşniyar û projeyên avakirina Iraqa demokratîk û têkoşîna li dijî komkujî û qirkirina jinan, nîqaşên girîng hat kirin.

`KOMKUJÎ, KUŞTIN Û KOLEKIRINA JINAN BÛYE RÛYÊ REŞ YÊ CÎHANÊ Û DESTHILATAN`

Di panelê de endama encûmena jinên Alman (DFR), cîgirê serokê hevpeymanya navneteweyî ya jinan (IAW) û pisporê mafê mirovan Maryûn Bukir axivî û got: “Divê di asta navneteweyî û Iraqê de kar were kirin da ku jenosîda Şengalê were naskirin û ew yasaya ku li Iraqê heye were bi cih kirin. Komkujî, kuştin û kolekirina jinan bûye rûyê reş yê cîhanê û desthilatan. Heta roja me ya îro jî li Efganistan û Ukranya êriş, komkujî û pêşîlêgirtina mafê jinan berdewam e. Ev li Sûriye, Iraq, Efganistan û cîhanê heye û jin dibin hedefa siyaseta cîhanê. Ji ber wê divê jin yek bin û divê rêxistin û dezgehên mafê mirovan xebat bidin meşandin da ku em pêşeroja Êzidiyan li Şengalê misoger bikin û xwe biparêzin û dawî li komkujiyên jinan a li Şengal û hemû cîhanê bînin. Daxwaza me ew e ku di asta ragihandinê de hîşyarî werin belavkirin.”

Parlementera berê ya Parlementoya Iraqê Rêzan Şêx Dilêr di panela çarem de axivî û got: “Hebûna jinên Iraq û Kurdan di nava partiyên siyasî û aliyên din yên jiyanê de tên astengkirin, ger ev jinek Êzidî be hîn zehmettir e. Ji ber çalakbûna jinan û zêdetir karkirina wan a ji bo bidestxistina mafê xwe bûye pêwîstiyek. Her wiha nebûna dadgehekê ku gilî tê de were kirin û nebûna endamê Iraqê li dadgeha navneteweyî û her dadgeheke din da ku tawanên komkujî û jenosîdê tê de were dadgehkirin bûye pirsgirêk.”

`DIVÊ EM HEMÛ XWEDÎ HELWEST BIN`

Endama ofîsa Hemahengiya TAJÊ Leyla Qasim got: “Niha li ser Şengalê plangerî berdewam in. Çawa jin rastî pilangeriyê tên û li beramberî vê bûne kelha berxwedanê û kelha parastina Şengalê li beramberî êrîşan. Divê destpêkê wêne û bûyer werin nivîsandin û bibe romanek ji dîrokê re bimîne. Divê em hemû xwedî helwest bin û bêdeng nebin da ku carek din komkujiyek din li ser gelê Kurd û gelê din neyê pêkanîn.”

Panela pêncem ji aliyê Necîbe Qeredax ve hat birêvebirin

Panêla pêncem ya Konfaransa Navneteweyî ya Jinên Iraqê ji aliyê rojnamevan û endama lijneya Jineolojiyê Necîba Qeredax ve hat birêvebirin. Necîbe Qaradax di nirxandinên xwe yê der barê mijarê de wiha got: “Komkujiya Êzidiyan mînakeke ezmûnî ye ku divê sîstem û navendên hikumî tê bigihin ku çawan civakê bi rêve dibin. Çawa li cûdahiya netew, bawerî, çand û nasnameyên din temaşe dikin. Mînaka herî baş e ku tê bigihin komkujiya Êzidî û bi taybet komkujiya li ser jinên Êzidî. Çawa xak, xweza û bawerî rastî sê cûreyên qirkirinê hatine û hîna jî berdewam e. Qirkirinên weke jenosîd kirina civakê, hedefgirtina jinên Êzidî û qirkirina zanabûnê û qirkirina xwezayê di encama van êriş û planan de ku rojane rastî tên. Felsefe û çengê netewa demokratîk piştrast kiriye ku civakeke demokratîk û her wiha hemû pêkhate bê cûdahî tê de tên parastin. Ev felsefe û çeng derfeteke nû ya çareseriya demokratîk e. Azadiya jinan û ekolojiyê hevsengiya di navbera jin û mêr de, hemahengiya di navbera pêkhate, mirov û xwezayê de ye. Jin û mêr bi vê sîstemê bi yeksanî di hemû ast û aliyan de bi hev re sîstema xwerêvebirinê bi rêve dibin, weke ew modela xwerêveberiyê ya li Şengalê heye.”

Konfarans wê bi dayîna encamnameyê bi dawî bibe.