​​​​​​​Ji ber topbarana Tirkiyê stasyona kehrebê ya Til Temirê ji xizmetê derket

Artêşa Tirk a dagirker gundê Um Kêf ê Til Temirê topbaran dike, di encamê de stasyona kehrebê ya Til Temirê ji xizmetê derket.

​​​​​​​Ji ber topbarana Tirkiyê stasyona kehrebê ya Til Temirê ji xizmetê derket
23 tîrmeh, 2022   06:36
HESEKÊ

Di encama topbarana li dijî gundê Um Kêf ê rojavayê navçeya Til Temirê de stasyona kehrebê ji xizmetê derket. Ew stasyon kehrebê dide navenda Til Temir û gundewarên wê.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Cotmeha 2019’an ve 30 car in bi awayekî yekser torên kehrebê û stasyonê topbaran dikin.

Topbarana li ser gundê Um Kêf berdewam dike.

ANHA