Koma Sadîqun: Ev êriş ragihandina şer li dijî Iraqê

Endamê Polîtbûroya Koma Sadîqûn a Iraqê Seîd Seîdî der barê komkujiya li Zaxoyê de got: “Bi hemû aliyê xwe ve ev komkujî ye û nabe li beramber wê bêdeng bimînin. Ev êriş ragihandina şer li dijî Iraqê ye.”

Koma Sadîqun: Ev êriş ragihandina şer li dijî Iraqê
20 tîrmeh, 2022   15:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Nerazîbûna aliyên Iraqê ya li dijî komkujiya dewleta Tirk a li gundê Perex yê Zaxoyê her diçe zêde dibe. Endamê Polîtbûroya Koma Sadîqûn a Iraqê Seîd Seîdî li ser Twitter der barê komkujiyê de peyamek belavkir û got: “Bombebarankirina seyrangeha Perex ji aliyê Tirkiye ve hovîtî ye ku tê de welatiyên sivîl bûn qurban. Ev êriş bi hemû aliyê xwe ve tawan e û nabe li beramber bêdeng bimînin.”

Ev êriş tê wateya ragihandina şer li dijî Iraqê. Divê hikumeta Iraq, Herêma Kurdistan û hêzên siyasî li beramber destdirêjiyên Tirkiye yên li ser serweriya Iraq û xwîna welatiyan helwest nîşan bidin.”