Meşa dirêj a ciwanan gihaşt Girkê Legê

Meşa ku Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li dar xistiye gihaşt navçeya Girkê Legê û bi sedan şêniyên navçeyê ciwan pêşwaz kir.

Meşa dirêj a ciwanan gihaşt Girkê Legê
31 gulan, 2022   19:38
QAMIŞLO

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê duh dest bi meşeke dirêj kirirûb. Meş ji bajarê Qamişlo dest pê kir û ber bi navçeya Dêrikê ve çû.

Îro di saetên êvarê de meş bi beşdarbûna bi sedan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û ciwanên PYD`ê her wiha Yekitiya Jinên Ciwan gihaşt navçeya Girkê Legê.

Meş ji aliyê bi sedan şêniyên navçeya Girkê Legê ve hate pêşwazîkirin û dirûşmeyên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin berzkirin.

Meş li navenda Aram Dîkran a Çand û Huner a bajarokê Rimêlanê sekinî û ciwanan govend gerand.

Tê payîn ku ciwan sibe meşa ciwanan ber bi bajarê Dêrikê ve, berdewam bike.

(bx)

ANHA