Şehîd Silava û Bêrîvan rê li ber bi hezaran jinan vekir da ku tev li YPJ'ê bibin

Silava û Bêrîvan ji kesên destpêkê yên tevlî şoreşê bûn û çek hilgirtin, bi şehadeta wan bi hezaran jin tev li refên YPJ'ê bûn. Şervanên YPJ'ê soz didin ku ew ê li ser şopa şehîd Silava û Bêrîvan û hemû şervanên bimeşin.

Şehîd Silava û Bêrîvan rê li ber bi hezaran jinan vekir da ku tev li YPJ'ê bibin
28 gulan, 2022   06:15
QAMIŞLO-SILAVA EBDUREHMAN

Têgeha rasteqîn a fedekariyê di têkoşîna vegerandina xak û mafên standî de ye. Ev têgeh bi hemû wateyên xwe di şoreşa 19'ê Tîrmehê de li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê derket holê.

Gelên herêmê bi hev re ji bo rizgarkirina welat ji çeteyan bi rihekî fedayî serî hildan.

Di şoreşa Rojava de jî jinan pêşengî kirin  û her der bi rengên xwe xemilandin.

Silava û Bêrîvan jî ji wan kesên destpêkê bûn ên ku tev li şoreşê bûn û bûn sembola şoreşê û bingeha artêşbûna jinan.

Di dîrokê de, bi sedan jin li hember sîstemên faşîst û dagirkeriyê serî hildan e, ji Leyla Qasim heta Hozan Mizgîn û Şêrîn Holî, heta Bêrîvan û Silava. Ew jin ji bo parastina nirxên gel û welatê xwe xebat kirin, di operasyonên dagirkerî û qirkirinê de bûn hedef.

Li ser şopa wan her şehîd Silava û Bêrîvan, ji 2013'an ve bi hezaran jin tev li refên YPJ'ê bûn, soza tolhildanê ji bo hemû şehîdan dan.

Kurtejiyana şehîd Silava û Bêrîvan

Şehîd Bêrîvan Qilinder bi nasnav Bêrîvan Nûcan ku navê şehîda Êzidî Bêrîvan Binefş Akal e rakiriye. Bêrîvan ji navçeya Mabata ya kantona Efrînê ye.

Şehîd Bêrîvan di sala 1998'an de çavê xwe li dinyayê vekir, di nava malbateke welatparêz de li ser fikra Tevgera Azadiya Kurdistanê mezin dibe.

Destpêkê endama Tevgera Ciwanên Şoreşger bû, piştre di sala 2012'an de cihê xwe di nava refên Yekîneyên Xweparastina Gel (YXG) ku piştre navê wê bû (YPG). Bi avabûna Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) re Bêrîvan cihê xwe di nav de digire.

Şehîd Bêrîvan di navbera salên 2011'an heta 2013'an de 3 perwerdeyên leşkerî dibîne. Her wiha perwerdeya amadekariya fermandariyê dibîne.

Bi êrişên çeteyên "Cebhet El-Nusra" yên li ser gundên Şêrawayê re, Bêrîvan ji perwerdeyê berê xwe dide çeperên şer û di 28'ê Gulana 2013'an de şehîd dibe.

ŞEHÎD SILAVA EFRÎN

Silava Efrîn jî ku navê wê yê rast Meryem Mihemed e, sala 1991'an li gundê Elemdar ê navçeya Racoyê ji dayik bû. Ew û birayê xwe Şiyar di nava malbeteke ji 7 kesan pêk tê mezin dibe, dema ku zarok bû bavê wê wefat dike û dûrî dayika xwe mezin dibe.

Di 1'êKanûna 2011'an de Silava weke yekem jin ji gundê xwe tev li refên YPG'ê dibe, navê Silava Efrîn li xwe dike.

Şehîd Silava di gelek perwerdeyên leşkerî û fikrî de derbas dibe, piştre ji ber şarezayîya xwe dibe endama meclisa leşkerî li herêma Efrînê.

Dema ku çeteyan di 29'ê Gulana 2013'an de êrişî gundê Basilê yê Şêrawayê kirin, Silava û 4 hevreyên wê şehîd dibin.

Cenazeyê Şehîd Silava bi merasîmeke bi heybet li goristana Şehîd Seydo ya li navçeya Cindirêsê hat veşartin.

BI HEZARNA JIN LI SER ŞOPA WAN MEŞIYAN

Li seranserî Rojava bi hezaran jin ji hemû pêkhateyan dan ser şopa şehîd Bêrîvan û Silava û cihê xwe di nava YPJ'ê de girtin. Li dijî çeteyan berxwedaneke bê hempa dan meşandin û parastina nirx û destkeftiyên bi xwîna şehîdan hatine bi destxistin kirin.

Bi boneya 9'emîn salvegera şehîd Silava û Bêrîvan, şervanên YPJ'ê soza şoandina rêya wan dan.

Nûda Amara ku di sala 2016'an de tev li nava YPJ'ê bû, di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de cih girt. Ji ber hevgirtina şervanan, Nûda baş fêrî zimanê kurdî bû.

Nûda Amara diyar kir ku ew têkoşîna her du şehîdan mînak digirin dest û got:" Her du şehîd rê li pêşiya gelek jinan vekirin ku parastina xwe û welatê xwe bikin û mafên xwe bi dest bixin. Rihê niştîmanî di dilê hemû welatiyan de çandin, ji ber ku heskirina welat li ser her tiştî ye."

Şervana bi navê Sîwan Çiya ji ji bajarê Minbicê ye û di 2020'an de tev li nava YPJ'ê bûye diyar kir ku YPJ'ê jin rizgar kir û hişt cihên xwe di warên leşkerî, siyasî, sivîl û civakî de bigirin û got: "Min ew her du şehîd nedîtine, lê pir bi wan bandor bûme, ji ber fedekariya wan û şehîdên din îro artêşek taybet bi jinan hatiye damezrandin. Dixwazim bigihêjim asta ku ew gihane, xizmeta welatê xwe bikim, dê dîrok navê wan zindî bihêle."

'JI BO AVAKIRINA KESAYETA JINÊ ZEMÎNE AVA KIRINE'

Şervana bi navê Sema Soran a ku di 2014'an de tev li nava YPJ'ê bûye bal kişand ser destkeftiyên ku bi saya şehîdan hatine bi destxistin.

Sema Soran ji bajarê Hesekê ye, diyar kir ku YPJ'ê artêşeke cîhanî taybet bi jinan e, jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hemû jinên rastî zilm, tundî û dagirkeriyê tên rizgar kiriye.

Sema Soran her wiha diyar kir ku pêwîstiya jinên cîhanê bi hêzeke weke YPJ'ê heye da aştî û demokrasiyê, her wiha wekheviya di navbera her du zayindeyan li cîhanê belav bike.

Sema diyar kir ku damezrandina YPJ'ê zemînek ji bo avakirina kesayeta jinan ji nû ve ava kir, rê li ber jinan vekir ku di nava saziyên Rêveberiya Xweser de cih bigirin û got: "YPJ'ê ne tenê hêzeke parastina jinan e, ew li hemû qadan têkoşîn dike û hêz xwe ji girêdana xwe bi xak û gel ve digire."

Şervana bi navê Denîz Kobanê jî diyar kir ku şehîd Silava û Bêrîvan hebûna xwe weke jinên bi cesaret teqez kirin, cihê xwe di nava civakê de girtin, bi rihekî welatpazêr tev li şoreşê bûn, serkeftinên mezin pêk anîne û bûn fermandarên şoreşê.

Denîz Kobanê ji bajarê Kobanê ye di sala 2016'an de tev li nava YPJ'ê bûye diyar kir ku ew ê ji bo birêxistinkirina jinan û azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan tê dikoşin.

Der barê erkên jinan li hember êrişan jî Denîz Kobanê got:" Divê jin di nava civakê de xwedî vîneke azade bin û hemû kiryarên li hember xwe red bikin, ew jî bi rêya avakirina hêza cewherî.''

(şt)

ANHA