1’ê Gulanê roja yekitî, têkoşîn û piştgiriyê ye!

1’ê Gulanê roja yekitî, têkoşîn û piştgiriyê ye!
1 gulan, 2022   07:54

SÎNAN CÛDÎ

1`ê Gulanê wek Cejna Karkeran, Cejna Karker û Kedkaran, Roja Ked û Piştgiriyê û hwd tê bilêvkirin û li gelek welatên cîhanê betlaneya fermî ye. Bê guman wekî her rojeke navneteweyî, dîrok û wateya vê rojê jî heye û di roja me de haya gelek kesan ji vê dîrokê nîn e. Werin em destpêkê binêrin ka 1`ê Gulanê çawa bûye roja karker û kedkaran.

DÎROKA BERXWEDANA KARKERAN

Di salên 1800’î de saetên kar li gorî pîvana “ronahiya rojê” dihatin diyarkirin. Bi gotineke din saetên kar ji hilhatina rojê heta avabûna rojê bû. Ev jî dihat maneya ku karkeran di nava rojeke de nêzî 16 saet kar dikir. Di wan deman de ji mûçeya kar zêdetir van saetên dirêj ên kar karker diêşandin. Lewma têkoşîna karker û kedkaran jî li ser vî esasî dihat pêşxistin. Rêxistinên karkerên rojavayî, di nava salên 1830 û 1840`î de ji bo saetên kar daxin 10 saetan têkoşînek meşand.

Karkerên Awistralyayê bi dirûşma “Heşt saet kar, heşt saet jiyana civakî, heşt saet bêhnvedan û xew” daxwaz kirin ku saetên kar bên daxistin û di sala 1856’an de ev daxwaza xwe bi cih anîn. Têkoşîna kêmkirina saetên kar li welatên din jî hat meşandin. Karkerên firinan ên Îrlandayê li dijî xebitîna şevê û roja yekşêmê xwepêşandanên mezin li dar xistin û di encama vê têkoşînê de mafê tenê roj xebitînê bi dest xistin. Di greva mezin a karkerên înşeatê ya Londonê ku di sala 1860-1861’î de hat lidarxistin de, daxwaz kar daxistina 9 saetan bû.

Bûyera ku 1’ê Gulanê derxist holê jî “Tevgera 8 Saetan” e ku di sala 1884’an de li Amerîkayê dest pê kiriye. Federasyona Kedê ya Amerîkayê ku bi tevlêbûna karkerên amerîkî û kanadayî hatibû avakirin, di sala 1884’an de kongreyek li dar xist û di vir de biryara têkoşîna dema karkirina yasayî ya 8 saetan da. Piştî hîn xwepêşandan û grevên biçûk û mezin, di 1’ê Gulana 1886’an de 350 hezar karker li Amerîka û Kanadayê derketin grevê. Karsazan li hember vê raperînê nerazîbûn nîşan da û hin çeteyên kolanan bi rêxistin kirin û berê wan dan ser karkeran. Piştre polîsan jî xwepêşendar gulebaran kirin û di encamê de 4 karkeran jiyana xwe ji dest da. Gelek karker ji kar hatin avêtin, gelek ji wan hatin girtin.

Der barê çend karkeran de doz hatin vekirin û daxwaza darvekirinê kirin. 4 karkerên bi navên Albert Persons, Adolf Fisher, Gorc Engel û Agust Spies ji ber pêşengiya têkoşîna roja kar a 8 saetan kirin, hatin darvekirin. Dema ji karkerê bi navê Albert Persons re gotin ger tu lêborînê bixwazî em ê te efû bikin, lê wî li ber dadgehê wiha got; “Hemû cîhan jî dizane ku ez ne sûcdar im. Ger bêm darvekirin ne ji ber ku ez kujer im, lê ji ber ku kedkarek im bême darvekirin.”

Bi sed hezaran mirov tev li merasîma pêşengên karkeran bûn. Van bûyeran hemû rêxistinên karkeran ên navneteweyî xistin nava tevgerê. Sendîkayên karkeran ên li Amerîkayê ji sala 1889’an ve îlan kir ku dê her sal 1’ê Gulanê ji bo bidestxistina mafê karkirina 8 saetan têkoşînê bimeşînin. Di heman salê de Enternasyonala Duyemîn ku li Parîsê kom bû, bi armanca piştgiriya têkoşîna karkerên amerîkî di asta cîhanê de xwepêşandan li dar xistin. Ji Gulana 1890’î ve jî 1’ê Gulanê wek “Roja Yekitî, Têkoşîn û Piştgiriyê” hat pîrozkirin.

‘HEMÛ KARKERÊN CÎHANÊ, BIBIN YEK!’

Bê guman ev berxwedan û têkoşîna karkeran xwe dispêrin fikrên sosyalîzmê.

Şoreşa Pîşesaziyê di nîvê sedsala 19’mîn de temam bûbû û şîrketên wê demê gelekî dewlemend bûbûn. Lê gelên xizan ên li gund û bajaran ji vê dewlemendiyê para xwe negirtibû. Saetên dirêj ên kar, zirûfên qirêj û netendurist ên jiyanê, zêdebûna şêniyan û hwd kedkar û karker bêzar kiribûn. Bi ser de jî di salên 1845-1846’an de xela rabûbû û birçîbûn di nava gel de gihaştibû asta herî bilind. Vê jî hiştibû ku nerazîbûna gel bigihêje lûtkeyê.

Du pêşengên sosyalîzmê; Karl Marks û Frederik Engels di 1’ê Sibata 1848’an de Manîfestoya Komûnîst weşandin. Di vê pirtûkê de bi rêya şoreşê rakirina milkiyeta taybet û nîzameke civakê ya bêtebeqe û bêdewlet avakirin, wek tekanê rêbaza jiyanê hatibû bilêvkirin. Di bin van şert û zirûfan de fikra şoreşê di civakê de gelek alîgir peyda kirin û di sala 1848’an de şoreşan di gelek welatan de dest pê kirin. Welatên wekê Îtalya, Almanya, Fransa, Polonya, Romanya û Macaristan di encama van şoreşan de gelek hejiyan û bandor li împaratoriyên wekî Rûsya, Osmanî û Brîtanya û Hollanda bû.

Merhaleya duyemîn a tevgera şoreşgerî avabûna Yekitiyê Kedkarên Navneteweyî bû. Piştî van şoreşan bi 20 salan, di sala 1864’an de Enternasyonala Yekemîn li Londrayê hatibû damezirandin. Armanca bingehîn a vê Yekitiyê, çîna karker ku bi sînorên welatan ve hatine perçekirin û xwedî heman berjewendiyê ne di bin sîwanekî de komkirin bû. Li ser esasê vê armancê sernavên wekê “piştgirêya karkerên navneteweyî”, “grev”, “çalakiyên siyasî”, “tevgerên sendîkayî”, “rakirina milkê taybet” û “rakirina arteşên nîzamî” kongreyên di dîrokên cuda de kombûnê de hatin niqaş kirin.

Piştî van kongreyan têkoşîna kedkaran, gelên bindest zêdetir rêxistinkirî hat meşandin. Di encama vê ezmûnê de di 18’ê Adara 1871’ê de Komîna Parîsê hat ragihandin. Bi awayekî fermî ji 26’ê Adarê heta 28’ê Gulanê 1871’ê li Parîsê awil Hikûmeta Sosyalîst hat ragihandin. Her çiqas Komîn tenê 2 mehan li desthilatê mabe jî bandora wê ya li ser gel û kedkaran heta roja me ya îro jî berdewam dike.

YEKEMÎN NETEWE, ÇÎN Û ZAYENDA KU HATIYE ÎSTÎSMARKIRIN

Ev kurtê dîrok jî baş nîşan dide ku 1’ê Gulanê û berxwedanên karkeran ji bo pêşerojekî azad û serbixwe hatinê lidarxistin. Berxwedan ne ji bo ewlêkirinê şert û zirûfên karkeran lê belê ji bo bi dawî anîna arteşên nîzamî, milkiyetê taybet û dewletê hatiyê lidarxistin.

Di nava demê de ev berxwedana karkeran hatin marjînalkirin. Hêvî û baweriya ku ji bo cihanêkî baştir û azadtir dihat vêjandin, di gêra netewa dewletan de hatin fetisandin. Kapîtalîzm, endûstriyalîzm û netewê dewlet hemû karker û kedkaran di eneniyetekî kûr de çikandin. Gotin di cih de be karkerekî ango kedkarekî êdî tenê ji bo mûçeyekî baş û ji bo ewlêkirinê jiyana xwe ya şexsî wêdetir nafikire. Ji bo li ber deriyê dewletê ku dixwastin hilweşînin bûyina muazifekî hema bêje armanca hemû mirovan bûye.

Bê guman sedemên vê yekê hene; ew teoriya sosyalîzmê û berxwedan xwest bi amûrên dewletê bigîhin azadiyê. Wilo difikîriyan ku dema dewletê bi dest bixin, hemû nexweşiyên heyî bên derman kirin. Lê bi dest girtina dîrokê, kemaniyên di têgehê “ked”ê de, di tesbitkirina “nirx” de “pere” esas girtin, tifaqên têkoşînê rast diyar nekirin, pirsgirêka dewlet û desthilatdarî baş çareser nekirin, di teoriya sosyalîzmê de rola demokrasiyê nedîtin û hwd ew ked û fedakariya hatiyê nîşandan vala derxist.

Rêber Apo ji bo bikaribe van kemasiyan derbas bike berê xwe da dîrokê da ku bikaribe awil beşê civakê ya hatiyê îstîsmarkirin peyda bike. Ji ber ku ger mirov xeleka herî lewaz û mînaka destpêke nebînê û hewlbide nexweşiyê çareser bike, hemû dermanên bikarbînê nexweşî kûrkirin wêdetir encam nade.

Jin û keda jinê bi awabûna dewlet û desthilatdarî ve, bi gotinekî din ev nêzî 6 hezar sal in di bin zilmekî mezin de ye. Jin dayika ku di civakîbûna mirovan de, çanda çandiniyê de, fikra adaletê de, avakirin û mezinkirina civakan de bûbû xwedî rol, dema digîhê roja me dibînin ku êdî tiştek jê nemaye. Di nava malê de bûye karkerekî bê heqdest. Ne tenê keda wê lê belê heta laşê wê jî hatiyê tunekirin û perçe perçe kirin. Çi qas hewl bide di karên mêran de bixebitê jî her tim heqdestê wê jê hatiyê dizîn. Dayika ku di mezinkirina zarokan de barê esasî hilgirtiye ser xwe mixabin di teoriya ked û kedkariyê de xuya jî nake.

Di şerên dema Komîna Parîsê de her çiqas di êniyên herî pêş de cih digirtin jî mixabin di nava rêveberiyê Komînê de cih nehatibû dayin. Ne tenê di Komînê Parîsê de, hema bêje hemû tevgerên azadîxwaz a çîn û gelan de jin bi rolê navendî rabûye lê mixabin keda jin her daîm hatiyê tune kirin. Li malê, li kolanan, li dibistanan û hema bêje hemû qadê jiyanê de jin bûyê dermana hemû pirsgirêkan lê dewlet û desthilatdarî wê kiriyê amûrê herî bê kêr.

Lewma Tevgerê Azadiya Kurdistanê jin kiriyê navendê hemû hewldanên xwe yên wekhevî û azadiyê. Wekê rêber Apo diyar kiriye, heta jin azad nebe civak azad nabe.

ŞOREŞA ROJAVA HEMÛ ÇÎN Û GELAN AZAD DIKE

Di coxrafyayê ku civakîbûn, çandinî û cotkarî pêşketî de belavbûna çanda duyemîn tê kirin. Bi Şoreşa Rojava û fikra Netewe Demokratîk ve rêya azadiya mayînde tê destnîşan kirin. Wekî gelekan îdia dikin, Şoreşa Rojava ji bo azadiya gelekî na, lê belê ji bo hemû neheqiyên ji destpêke dîrokê heta niha hatinê kirin vegerê mafê xwe têdikoşe. Şoreşa Fransa û Şoreşa Rûsya yên ku di pêşengtiya karkeran de pêşketibû çawa ku hemû cihanê bandor kir û hemû hişmendiya mirovan guharti be, Şoreşa Rojava ya ku di pêşengtiya jin û ciwanan de pêş dikeve, ji wan zêdetir bandor li ser hişmendiya mirovan bike.

Gelên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gelên li cografyaya Kurdistanê dijîn bi hezaran sal e li benda vî fikrê rast bûn. Ji ber ku ev fikir ji nava jiyana wan, ji nava çanda wan derket û bû sîstemeke rêveberiyê û jiyanê.

Li vir ked digihêje maneya xwe ya rastîn. Li vir her kes û her tişt di asta pîrozî de tê dest girtin. Li vir maf li gorî mibdeya hebûn tê peşvazî kirin. Li vir cudatî li ser esasî xurtkirinê hev dixebite. Li vir şer tenê ji bo xwe parastinê tê kirin. Li vir zanist ji bo pêşxistina jiyana azad û bi rûmet tê bilindkirin. Lewma hêvî û baweriya hemû gel, civak, tebeqa û beşên mirovan xurt dike. Lewma ji çar aliyê cihanê keç û xortan xwe bi vir ve digrin. Lewma Şoreşa Rojava dibê mînaka jiyana azad a hemû kedkaran.

Bi van hestan û bi vê coşê, ez cejna hemû kedkarên azadiyê pîroz dikim. Ji serê çiyayan heta deştan her kesekî ku ji bo pêşerojeke azad û birûmet kedê dide, lehengên vê demê ne. Em deyndarên hemû lehengan in.