Li Helebê çalakiyên xwedîderektina li berxwedana gerîlayan dewam dikin

Tevgera Hîlala Zêrîn a Helebê bi çalakiyên hunerî xwedî li berxwedana gerîlayên azadiyê derdikevin.

Li Helebê çalakiyên xwedîderektina li berxwedana gerîlayan dewam dikin
Li Helebê çalakiyên xwedîderektina li berxwedana gerîlayan dewam dikin
Li Helebê çalakiyên xwedîderektina li berxwedana gerîlayan dewam dikin
29 nîsan, 2022   14:46
HELEB

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên ji bo piştgiriya bexwedana gerîlayan a li hemberî êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk û PDK'ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin.

Koma Kulîlkên Pêşerojê ya girêdayê Tevgera Hîlala Zêrîn li beşê rojhilat ê taxa Şêxmeqûsd a Helebê bi govendên folklorî xwedîderektina xwe li bexwedana gerîlayên azadiyê nîşan da.

Di çalakiya ku li beşê rojhilat ê taxa Şêxmeqûsd a Helebê hat lidarxistin de tabloyên "Dagirker ji xaka Kurdistanê derkeve", "Ne ji xiyaneta Barzanî re" û "Na ji qetilkirina jinan re" hatin hildan. Bi dehan şênî beşdarî çalakiyê bûn.

Koma Kulîlkên Pêşerojê govendên folklorî yên efrînî gerandin.

ANHA