Helîkopter û balafirên keşfê li ser Şengalê digerin

Li Şengalê ji danê nîvro ve liv û tevgerek zêde ya balafir û helîkopteran heye.

Helîkopter û balafirên keşfê li ser Şengalê digerin
22 nîsan, 2022   12:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji danê nîvro ve bi taybet li nehya Tilizêr û Şengalê liv û tevgerek zêde ya balafirên keşfê û helîkopteran heye.

Gorî dîmen, helîkopter ên Artêşa Iraqê ne, lê nayê zanîn balafirên keşfê yên kîjan welatî ne.

Liv û tevgera li herêmê dewam dike.

Çavkanî: Rojnews