Gaziyan rojbûna rêber Ocalan pîroz kir

Bi boneya rojbûna rêber Abdullah Ocalan, Desteya Çand û Hunerê ya herêma Efrînê şahiyek ji gaziyan re li dar xist.

Gaziyan rojbûna rêber Ocalan pîroz kir
Gaziyan rojbûna rêber Ocalan pîroz kir
Gaziyan rojbûna rêber Ocalan pîroz kir
Gaziyan rojbûna rêber Ocalan pîroz kir
Gaziyan rojbûna rêber Ocalan pîroz kir
Gaziyan rojbûna rêber Ocalan pîroz kir
3 nîsan, 2022   14:35
ŞEHBA

Bi diruşma "Birîna te rûmet e", Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Efrînê şahiyek ji gaziyan re li hola Kongra Star a navçeya Ehdasê li dar xist.

Di şahiyê de hevserokê Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Firatê Henan Seydo rojbûna rêber Ocalan pîroz kir û got, rêbertî rêya gelên bindest di nav de gelê Kurd ronî kir.

Henan Seydo diyar kir ku rêber Ocalan gazî bi şehîdên zindî bi nav dike ku "Ji bo rizgarkirina welatê xwe parçeyekî laşê xwe winda kirine û di fedekariyê de dudulî nabin."

Piştre belgefîlmek li ser jiyana gaziyên Efrînê ya beriya dagirkeriyê û rola wan di avakirina civakê de hate pêşandan.

Di şahiyê de hunermend Cîhad Silêman stran, her wiha koma Vîndar a gaziyan stran pêşkêş kirin. Koma Hîlala Zêrîn dîlan gerandin û dengbêj Henan Seydo kilamek li ser Efrîn û xwezaya wê got.

Paşê koma Şehîd Heyfa ya girêdayî Tevgera Hîlala Zêrîn stran gotin. Di dawiyê de diyarî pêşkêşî gaziyan hate kirin û govend hatin gerandin.

ANHA