TAJÊ: Em ê bi biryardariya 8’ê Adarê Rêber Ocalan azad bikin

Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a cîhanê TAJÊ'yê daxuyaniyek da û ragihand ku ew ê bi biryardariya 8’ê Adarê Rêber Ocalan azad bikin, statûya Şengala xweser ava bikin û jiyanek azad mîsoger bikin.

TAJÊ: Em ê bi biryardariya 8’ê Adarê Rêber Ocalan azad bikin
25 sibat, 2022   18:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê daxuyaniyek da. Di daxuyaniya li ber derê avahiya şaxa TAJÊ ya li Sinûnê, ji aliyê berdevka TAJÊ Sebîha Sebrî ve hatî dayîn de, wiha hate gotin; “8’ê Adarê destpêkê li Rêber Ocalan û tevahî jinên di çeperên berxwedanê de ne, pîroz dikin. Di vê rojê de tevahiya jinên li hemberî dijminê hov ber xwe dane, bi rêzdarî bibîrtînin. Bi saya fikirê Rêber Apo jina ku dixwestin statûya wê a xwedawend bişkînin, hate parastin.

Ew jina Êzidî ku ji hemû aliyan ve dihate parçekirin, kolekirin û bê îrade hiştin, îro bi perwerde û di bin ala Rêber APO de li hemberî dijminê dagirker û faşist, çand, ax û hemû civaka xwe diparêze.

Azadî dar e û dar bi xwîna şehîdan tê avdan. Em xwedî dîroka bi hezarê salanin û şehîdên fermana 74’an in. Di nav de bi hezaran jinên pêşeng ên mîna Dayê Zero, Xatûna Fexra, Zerîfa Osê, Dayê Gulê û Cîlana hene. Rihê van hemû pêşengan di hundirê her jinek Êzidî de jiyan dike. Çawa bi 74 fermana em xilas nebûn, ji niha û şûn de jî dijimin ê nikaribe îradeya me bişkêne. Li ser vî esasî û bi vê biryarê emê 8’ê Adara 2022’an bikin sala azadiya rêber APO a fîzikî û sala azadiya hemû jinên bindest. Emê statûya Şengala xweser ava bikin û jiyana azad mîsoger bikin.

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Jin jiyan azad’, ‘Bijî Serok APO’ dawî bû.