Xelkê Siweydayê li qadan in

Xwepêşandanên li Siweydayê yên li dijî hikumeta Şamê berdewam dikin. Xwepêşanderan banga başkirina rewşa debarê û avakirina "Dewletea sivîl û hesabxwestina ji gendeliyan" kir.

Xelkê Siweydayê li qadan in
25 sibat, 2022   14:33
NAVENDA NÛÇEYAN

 

Xwepêşandanên xelkê Siweydayê yên li dijî hikumeta Şamê û krîza aborî û debarê berdewam dikin. Xelkê Siweydayê îro li ber avahiya Eyn Zeman çalakiyeke protestoyê li dar xist.

Li gorî SOHR, xwepêşanderan daxuyaniyek dan û ev daxwazên xwe parve kirin:

- Divê dewleteke sivîl a adil bêyî cudabûna partiyetî an etnîkî an mezhebî were avakirin, divê ev dewlet a qanûn û saziyan  be, ne dewleta gendelî û desthiladariyê be.

-Divê dosyaya gendeliyê were vekirin û berpirsên ku gendeliyê dikin werin muhasebekirin.

- Pereyên ku hatine talankirin li xezîneya dewletê vegerin û nabe xezîne bi pereyên gel were dagirtin.

-Divê kerta smartê were rakirin û hemû mafên hemwelatiyên Sûriyê li gor destûrê werin dabînkirin û tevahî daxwazên wan werin peydakirin da ku jiyaneke bi rûmet bijîn.

-Nabe saziyên ewlehiyê di mijarên firotina milkan de destwerdanê bikin.

-Baceyên gumrikê werin betalkirin.

-Li gorî dixlên welatiyan buha werin kontrolkirin.

-Çarenûsa girtiyan were diyarkirin û dosyaya windahiyan were şopandin.

-Divê piştgiriya cotkaran were kirin.

-Ji bo rêgirtina li ber diyardeyên madeyên hişbirê xebat were kirin. Em qebûl nakin ku Siweydayê bibe kerîdoara derbasbûna wan ji bo dewletên derdorê.

-Bang dikin ku qanûneke were pêkanîn ku mafên malbatên şehîdan û birîndarên li welat bêyî cudabûn werin misogerkirin.