Kongra Star têkildarî salvegera damezirandina xwe daxuyanî da

Koordînasyona Kongra Star bi wesîleya salvegera 17'emîn a damezirandina xwe de daxuyanî da û got: " Meşa ku di oxira wê de  bedel têne dayîn wê rihê israra dewamkirin û gîhaştin aramacan mezintir bibe."

Kongra Star têkildarî salvegera damezirandina xwe daxuyanî da
14 ÇILE, 2022   15:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona Kongra Star bi boneya salvegera 17'emîn a damezirandina xwe daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin: "Yek ji armancên me yên  stratejîk ku em di sal pêsiya xwe de bigirin dest;  avakirina desûtrekî nû ji bo Sûriye pêşerojê ku  jin di wir de xwedî nasnameya xwe be û tê de xwe bi cih bike."

Daxuyanî wiha ye:

"Bi hebûna Kongra Star jinên Rojavayê Kurdistanê , Bakur û Rojhilatê Sûriyê hebûn û xwebûna xwe misoger kirin , li ser zimanên jinan ev gotin her zindî ye.

Ji Sarayan, Fîdanan, Leyleyan, ji  Sevê, Pakizeyan, Fatmeyan, ji  Gulê Selmo ta Yadê Eqîde, Yadê Emîne , Hebûn û Zehra, ji Hevrîn, Amara, Hind, Seida, Sosin û Tolhildan,  pêşengên ku di meşa me ya têkoşîna azadiyê de , canê xwe feda kirin û bûn şehîd û sembola Kongra Star û bi wê têne nasîn û li ser şopa wan em meşa xwe ya azadiyê dewam dikin û em bibîr tînin.  Salvegera 17'emîn a damezirandina Kongra Star li giyanê wan pîroz dikin.

Kar û xebatekî bê hempa tê kirin ,bi danasîna Kongra Star û makanîzmeya karê xwe û armanca xwe ji vî kar û xebatî ji bo bipêşxistina zanebûna jinan, xwedîderketina li  hemû jinan û rêxistinkirina wan, bi vî awayî Kongra Star ya ku berê bi  Yekîtiya Star dihat naskirin bi hemû hêza xwe xwest xwe bighîne tevahî jinan, ji bo wê pêwîstî dît ku di kongreya xwe  ya şeşemîn de, di sala 2016' an de, xwe weke sîwana hemû jinan bi rêxistin bike, êdî nav û sîstem guhert , bi navê Kongra Star û rehendên heyî ve tevahî jinan hembêz dike .

Têkoşîn û berxwedana ku jinan di Rojavayê Kurdisatnê de dane meşandin bi destpêkirina şoreşê re, hişt ku cîhan erê bike ku şoreşa Rojavayê Kurdisatanê şoreşa jinan e û ev şoreş bû qûbileta tevahî jinên ku ji azadiyê  re dilên wan lê dide, dîtin ev nav jî xwe dispêre bingehekî ked  û rêxistinkirinek bi salan e.

Yek ji armancên me yên  stratejîk ku em di sal pêsiya xwe de bigirin dest;  avakirina desûtrekî nû ji bo Sûriye pêşerojê ku  jin di wir de xwedî nasnameya xwe be û tê de xwe bi cih bike.  Ji bo civakeke demokras bi rêya hevpeymana civakî jin cihê xwe tê de bigirin,  bi rol û misyona xwe rabin, asta destekdayîna jinên ku li herêmên dagirkirî bilindkirin, jinên koçber yên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê, destekdayîna wan ji bo têkoşîna xwe berdewm bikin, ne tenê ev jinên ku li Ezaz, Cerablus, Bab di şert u mercên herî zehmet de dijîn piştgirî bidin wan jinan.

Di  heman demê de û  li ser bingehê ku tevahî jinan hembêz dike û piştgiriyê dide tevahiya rêxistinên jinan, ji bo parastina mafê jinan û pêkanîna edalet û wekheviyê di sîstema baviksalar de, ya ku cîhanê tevavî hukm dike, li gelek welatan li derve jî jinan bi xwe re bi rêxistin dike.

Her wiha berxwedana jinên Efganistanê ya li hember deshilstdariya Talîban û berxwedaniya jinên Efrînê li hember dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de silav dikin û piştgirî didin berxwedaniya wan.

Meşa ku di oxira wê de bedel têne dayîn wê rihê israra dewamkirin û gîhaştin aramacan mezintir bibe .

Ji yekîtiyê ta Kongr Star pêşengtiya şoreşa jin û misogeriya deskeftiyan."

ANHA