Roja yekemîn a Kongreya Ol û Baweriyan a Mezopotamya bi dawî bû

Piştî rûniştina duyemîn Kongreya Navneteweyî ya Ol û Baweriya a Mezopotamyayê bi dawî bû. Di kongrê de banga belavkirina aştiya navxweyî di civakê de hate kirin û hate gotin ku cewherê tevahî olan banga aştî û lêborînê dike.

Roja yekemîn a Kongreya Ol û Baweriyan a Mezopotamya bi dawî bû
10 ÇILE, 2022   18:55
QAMIŞLO

Rûniştina duyemîn a Kongreya Navneteweyî ya Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê ya li ser "Faktorên ku bûne sedem ku bi navê ol binpêkirin li dijî gelan werin kirin" ji aliyê berpirsa Yekitiya Jinên Suryan a Qamişlo Jorget Bersûm ve hate birêvebirin.

Serokê Beşa Ola Êzidiyan li Zanîngeha Rojava Nesîm Faris Şemo behsa bandorên tundrawî, olperestî li civak û êzidiyan kir. Koordîntatorê Bernameya Rojhilata Navîn di Konseya Dêrên Cîhanê Michel Nesîr sedemên tundrawiya olî, mezhebî ya xiristiya û bandora wê li civaka xiristiyan û civakên din şîrove kir. Her wiha zanyarê olî şêx Elî Hisên Fedullah ku endamê Meclisa Sekretêrên Yekitiya Zanyarên Misliman a Cîhanî ye jî qala rol û sedemên tundrawiya mezhebî û olî di civaka îslamê de û bandora wê li civakan kir. Berdevkê ola Kakaî, Menzer Elî Basam, li ser bandora tundrawiyê li olên Kakaî axivî.

'DIVÊ KAR WERE KIRIN DA KU LI ŞÛNA TUDRAWIYÊ ÇANDA HEVDÛ QEBÛKIRIN WERE BELAVKIRIN'

Jorget Bersûm got: "Ol roleke sereke di çareserkirina pirsgirêkên civakê, pêkanîna aştiyê û parastina mûzaîka civakî de dilîze. Ji ber vê yekê divê kareke cidî were kirin da li şûna tundrawiyê çanda hevdû qebûlkirinê were belavkirin. Ji vir ve têgeha jiyana aştiya di civakê de derdikeve holê."

' RIZGARBÛNA JI ŞAŞTIYÊN BAWERIYA ME, RÊYA HERÎ GUNCAW A AVAKIRINA CIVAKEKE PÊŞKETÎ YE'

Nesîm Şemo jî tundrawiya olî pênase kir û got: "Cûreyeke ji cûreyên kar, fikir, kiryarên tundraw û yên nebaş e ku bi hincetên cûda û bêbengeh li dijî baweriyên cûda têne kirin".

Şemo her wiha behsa ola êzidiyan û kevnbûna wê kir û wiha domand: " Ola êzidiyatiyê ya kevnar di dîrokê de ye. Wateya wê ji peyva “azda” hatiye an ku yê ku ez afirandim. Êzidî rojane dûa ji xweda re dikin ku xêr û bereketa xwe bide hemû cîhanê û paşê bide êzidiyan. Ola êzidiyatî ola yekxwedayî ye ne misyonerî ye. Di xîtaba olî ya êzidiyatiyê de banga tundî, tundrawiyê û nefretê nine. Lê banga qebûlkirina olên din û jiyana hevbeş dike."

Nesîm Şemo di dawiyê de got: "Hêza serkeftina me di mîsyona me de di asta qebûlkirina me ji rexneyan re ye. Rizgarbûna me ji şaştiyê baweriya me rêya herî guncaw a avakirina civakeke pêşketî ye ku tê de nejadiya mezhebî an etnîkî de tune bin."

Michel Nasîr di destpêka axaftina xwe de derbarê Konseya Dêrên Cîhanê û armancên wê de got: “Ev kombûneke cîhanî ya xiristiyanan e. Armanca wê yekkirina dêr û dêrên Ortodoks ên rojhilatî, birêxistinkirina peywendiyên di navbera dêran de ye, pêşkêşkirina alîkariyên mirovî ji penaberên baweriyên cuda re, her wiha armanca wê bihêzkirina rola xirîstiyantiyê li welat û mezhebên cuda ye. Konse ji bo tundekirina tundrawiyê kar dike."

Nasîr bal kişand ser çar xalan ku bûne sedemên tundrewiyê û got: "Pirsgirêkên ku xiristiyên herêmê pê re rû bi rû dimînin û rewşa siyasî ku xirîstiyanan dixe metirsiyeke berdewam de dibe sedema îzolekirin wan. Ji wê zêdetir fikira redkirina cihêrengî  û şiroveyên çewt ên ji Încîlê re  û şirovekirina wan li gorî berjewendîyan, her wiha redkirina çanda diyalogê jî sedemên vê yekê ne."

' PARÇEBÛNA HEYÎ ENCAMÊN POLÎTÎZEKIRINA OL E'

Zanyarê olî Elî Hisên Fedilullah diyar kir ku parçebûna heyî encamên polîtîzekirina olî ye û got: "Îslam mîna olên din di cewherê xwe de hezkirin, aştî, exlaq û mirovahiyê hildigire. Lê tevgerên tundaw ev ol reş kirine. Mijar ne mijareke olî ye, lê belkî dûrketina komeke ji têgehên olî ye. Sedema sereke ya vê parçebûnê, lîsta bi tekstên olî ye. Ev yek wateya rastîn, ruhî û exlaqî ya olê xirab dike."

Menzer Elî Basam, bi kurtî li ser ola Kakaî axivî û got: “Kakaî ji destpêka afirandinê ve heye û îbadeta yek xweda dikin, pirtûkek wan bi zimanê Koreyî hatiye nivîsandin. Ev pirtûk jî heye û ji serdema Adem û Hewa û vir ve û piştî wan Îshaq di nav komek herêman de hatiye dabeşkirin. Çar stûn an şertên vê olê hene: paqijî, dirustî, neman û lêborîn. Ev ol baweriya wê bi kopkirina giyanan heye."

Di kongrê de berpirsê Perestgeha Cihûyan û Platforma Olan li Almanyayê Sebastian Roen Masha bi rêya bernameya zoomê peyamek da û got:" Em hemû xwe endamên avakirina civakeke aştiyane dibînin. Ez dixwazim civaka me bi orkestrayekê re bidim ber hev, ku her yek ji wan cuda cuda lêdixe da ku mûzîkeke xweş derxe.”

Sebastian Roen Masha her wiha got: " Rêxistina me bi berdewamî di jiyana hevbeş de xwe birêxistin dike, mirov her tim li pêş e. Divê hemû hewldan di berjewendiya mirovatiyê de bin û dibe. Dibe hin kom nefretê di navbera komên din de derdixin, lê divê em bi hev re bixebitin ku ev hemû kîn ji holê rakin."

Roja yekemîn a kongreyê bi dawî û dê sibe berdewam bike.

ANHA