Di êrişa li ser Zirganê de welatiyeke din şehîd bû

Di êrişa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gundên Zirganê de welatiyeke din şehîd bû, bi wê re piştî zarokê 2 salî şehîd bû, hejmara bû 2 şehîd.

Di êrişa li ser Zirganê de welatiyeke din şehîd bû
30 kanûn, 2021   15:40
HESEKÊ

Nûçegihanê me ji nexweşxaneya navçeya Dirbêsiyê ya girêdayî Hesekê daxuyand ku welatiya bi navê Cewhir Mûsa Nehar ê ji gundê Esediyê şehîd bû. Cewahir Mûsa Nehar di encama topbranên artêşa Tirk a dagirker li dijî mala wê de şehîd bû. Her wiha welatiyê bi navê Mihemed Xelef (35) ji heman gundî birîndar bû û zarokê bi navê Omer Mihemed Îsa Omer ê ku yeksal û nîv e birîndar bû.

Di encama êrişên bênavber ên li dijî navçeyên Zirgan û Til Temirê de du welatî şehîd û 4 birîndar çêbûn, ew jî piştî zarokê bi navê Elam Elî Îsa yê du salî şehîd bû. Her wiha xwişka wî ya 5 salî bi giranî birîndar bû û rakirin nexweşxaneyên Hesekê.

Di van kêliyan de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji baregehên xwe yên li Serêkaniyê yê dagirkirî de navçeyên Zirgan û Til Temirê yên Hesekê bi dijwarî topbaran dikin. Topbaran li dijî gundên; Dada Ebdal, Niwêhat, Esediye, Xidrawiye, Um Hermele, Til Werd û Xirbet Şiîr ên navçeya Zirganê pêk tên.

Di heman demê de dagirkeriya Tirk gundê Til Şenan ê rojhilatê navçeya Til Temirê, Dirdara yê bakurê navçeyê, Um El-Kêf, Til Cuma, Til Gerabêt, Til Kefçî, Tewîle yên rojavayî navçeyê topbaran dike.

(fr)

ANHA