Ukraynayê bang kir ku ceza li Rûsyayê bên ferzkirin

Ukraynayê bang kir ku cezayên aborî li Rûsyayê bên ferzkirin, her wiha banga xurtkirina hevkariya leşkerî li NATO’yê kir.

Ukraynayê bang kir ku ceza li Rûsyayê bên ferzkirin
1 kanûn, 2021   09:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Reutersê, Ukraynayê îro bang li NATO`yê kir ku amadekariya ferzkirina cezayên aborî li Rûsya bike û hevkariya leşkerî bi Kîevê re xurt bike.

Ukrayna komareke berê ya Sovyetê bû û niha niyet dike tev li Yekitiya Ewropayê û NATO`yê bibe. Ukrayna bû sedema rageşiyê di navbera Rûsya û welatên rojavayî de ku ji dema bidawîbûna Şerê Sar ve têkiliyên wan xirabtir bûn.

Wezîrê karên derve yê Ukraynayê Dmytro Kuleba beriya ku dan û standinan bi hempîşeyê xwe yê NATO`yê re li Rîgayê pêk bîne, ji rojnamevanan re got: “Em ê bang li hevalbendan bikin ku ji bo pêşîlêgirtinê, tev li Ukraynayê bibin.”

Dmytro Kuleba destnîşan kir ku heke Rûsya senaryoya xirab hilbijart, divê NATO cezayên aborî lê ferz bike û hevkariya leşkerî û parastinê bi Ukraynayê re xurt bike.

(cx)