Partiya Sûriya Pêşerojê ji PDK`ê re: Cenazeyan radestî malbatan bike

Partiya Sûriya Pêşerojê, îsrarkirina PDK`ê ya dijminahiyê gelê Kurd û hevkariya bi dagirkeran re şermezar kir. Partiyê her wiha bang li PDK`ê kir ku cenazeyan radestî malbatên wan bike û dev ji ajantiya dewleta Tirk a dagirker berde.

Partiya Sûriya Pêşerojê ji PDK`ê re: Cenazeyan radestî malbatan bike
26 cotmeh, 2021   11:43
 QAMIŞLO

Vê sibehê, Partiya Sûriya Pêşerojê berê xwe da dergehê Sêmalka û bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê û radestnekirina cenazeyên şehîdan ji malbatên wan re şermezar kir.

Di roja 22`yemîn a çalakiyê de, endamên Partiya Sûriya Pêşerojê wêneyên şehîd Hevrîn Xelef û alên partiyê rakirin û dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re berz kirin.

Endamên partiyê li qada dergehê Sêmalka rawestiyan, piştre berê xwe dan deriyê têketina dergehê Fîş Xabûr û li wir daxuyaniyek dan raya giştî.

Daxuyanî ji aliyê endamê Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Mûaz Ebdulkerîm û endama Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê li kantona Qamişlo Înas El-Şihûdî ve bi zimanên erebî û kurdî hat xwendin û tê de wiha hate gotin:

“Têkoşîna gelê Kurd ji beriya bi dehan salan ve li djiî zilm û zordariyê dewam dike. Dewleta Tirk êrişên xwe yên dijminahiyê û dagirkeriyê yên bi armanca berfirehkirina herêmên dagirkeriya xwe, kêliyekî jî ranewstandin.

Ji 23`yê Nîsanê ve dewleta Tirk a dagirker bi awayekî hovane êrişî herêmên Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Di wan êrişan de teknolojiya leşkerî ya herî pêşketî û çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar tîne da ku pêş ve biçe, lê dîsa jî têk diçe.”

/ar/uploads/files/2021/10/26/103234_2021-10-26-drk-roja22-ya-kone-calekiyey-e280ab283847015029e280ac-e280abe280ac.webp

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dijmin bê hevkariya hin hêzan ku rêya êrişan jê re vedikin, nikare êriş bike, ji ber wê PDK`ê gelek planên dagirkirinê yên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê pêk anîn û di êrişên dewleta Tirk ên li dijî gerîla de bû piştvanê sereke. Her wiha hat destnîşankirin ku PDK`ê ne tenê koordîne kir lê belê hêzên wê bi awayekî yekser tev li êrişên li dijî gerîla bûn û kemîn li pêşiya wan danîn.

Di daxuyaniyê de bal li ser daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG`ê hate kişandin û hate gotin: “Hêzên PDK`ê di 28-29`ê Tebaxê de kemînek li pêşiya komeke gerîla ya 7 şervanan danî. Di encamê de 5 geîrla şehîd bûn.

PDK`ê cenazeyên gerîlayan li cem xwe girtine, ji ber wê dayîkên şehîdan li pêşiya dergehê Sêmalka çalakiyê dikin û cenazeyên şehîdên xwe dixwazin.”

Partiya Sûriya Pêşerojê di daxuyaniyê de bang li PDK`ê kir ku li şûna ku êrişan li dijî gelê xwe dike, piştgiriya wan bike û xwedî helwesteke nîştimanî ya kurdî be û dev ji hevkariya bi dagirkeran re berde.

Sibê wê dayîkên şehîdan ên navçeya Tirbespiyê serdana konê çalakiyê bike.

(cx-şx)

ANHA