​​​​​​​Mînaka jina pêşeng; Yadê Eqîde

Yadê Eqîde ji bo azadiya jinan û parastina mafên wan, her wiha ji bo edaleta civakî têkoşîneke bêhempa raber kir û di oxira wê de canê xwe feda kir. Yadê Eqîde bi ked û sekna xwe bû mînaka jina azad a wêrek.

​​​​​​​Mînaka jina pêşeng; Yadê Eqîde
13 cotmeh, 2021   04:13
QAMIŞLO-KELSÛMA ELÎ

Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi şoreşa jinê tê nasîn. Gelek kesayetên welatparêz û şoreşger derketin û pêşengtiya şoreşê kirin. Jinan bi têkoşînên xwe ya ji bo azadiya gelan û mafên jinan mohra xwe di dilê her ferdekî/ê de hişt.

Van kesayetan di oxira pêkanîna armancên şoreşê de canê xwe da. Piştî şehadetê têkoşîna wan bi dawî nebû û navên wan di meş û xwepêşandanan de tên hildan û li navend û saziyan tê kirin ku ji nifşên nû re mîras bimîne.

YADÊ EQÎDE

Yadê Eqîde yek ji wan kesayetên têkoşer e ku ji destpêka tevgera Kurd ve mîraseke têkoşîn û berxwedanê li pey xwe hiştiye. Ji bo misogeriya mafên gelê xwe û di radeya yekemîn de mafên jinan çalakgereke jinan bû û di nava dayikên di vî warî de tê dikoşîn nimûneyek bû. Her wiha yek ji pêşengên Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû.

Eqîde Elî Osman ku di nava gel de bi Yadê Eqîde tê nasîn, di 1966’an de li Girkê Legê yê Qamişlo ji dayik bûye. Di salên 1980’î de Tevgera Azadiya Kurdistanê nas dike û wekê çalakvaneke jinan û siyasetmendarek ji bo doza Kurd ku rastî çewistan û înkarkirinê hatiye, tê dikoşe.

Yadê Eqîd erka rêveberiya Kongreya Star li Girkê Legê wergirt ku fikirê azad di nava jinan de belav bike, dûvre ji bo Komîteya Lihevanînê wek rêveber hat hilbijartin.

Yadê Eqîde di 13’yê Cotmeha 2019’an de dema êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li dijî Serêkaniyê  tevî karwanê sivîlan berê xwe dida bajêr da ku piştgiriya Berxwedana Rûmetê bike, lê dewleta Tirk bi balafirê karwanê piştgiriyê bombebaran kir. Di encamê de bi dehan sivîl di nav de jî rojnameger û Yadê Eqîne Elî Osman şehîd bûn.

Yadê Eqîde beriya şehadeta xwe bi çend saetan peyamek ji dagirkeriyê re şand û wiha tê de gotibû: "Em berê xwe didin Serêkaniyê ku piştgiriya şêniyên ciwanên xwe li dijî Erdoganê faşîst bikin. Dibêjin hûn reviyan na, em nereviyan, em ê li ber xwe bidin. Bila tevahî bizanibin me pişta xwe neda Amerîka. Em bi xwe û ciwanên xwe bawer in. Em bi YPG, YPJ’ê û bi xwe bawer in."

Di salvegera yekemîn a şehadeta Yadê Eqîde de, Komîteya Edaleta Jin a Kantona Qamişlo "Akademiya Yadê Eqîde ya Edaleta Jinan" li bajarokê Rimêlanê yê Qamişlo vekir.

Jin di Akademiya Yadê Eqîde ya Edaleta Jinan de perwerdeyên fikirî dibînin. Armanca akademiyê; jin werin rêxistinkirin, xwe û dîroka xwe nas bikin û xwe bigihînin tevahî jinên di bin nîrê mêrdestiyê de ne.

‛EM NAREVIN...EM Ê LI BER XWE BIDIN’

Endama rêveber a Akademiya Yadê Eqîde ya Edaleta Jinan Şehrîvan Elî li ser têkoşîna Yadê Eqîde wiha got: "Yadê Eqîde mîna têkoşerên din ên ji bo pêkanîna edalet û wekheviya jinan tê dikoşin, ked û têkoşîneke mezin li Girkê Legê da. Tevahî ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe diçûn gel wê û pirsgirên wan bi rêyên hêsan çareser dikirin."

Şehrîvan Elî wiha domand: "Ji be ked û têkoşîna wê ya mezin me Akademiya Edaleta Jinan bi navê wê vekir da ku fikirê wê di nava jinan de were belavkirin."

‛YEK JI DAYIKÊN SOZ DAYE KU CILÊN REŞ HETA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER OCALAN JI XWE NEKE’

Hevrêyê Yadê Eqîde, Esma Murad ku nêzî 35 salan pê re maye, wiha got: "Yadê Eqîde tevî ku ji hêla hêzên hikumeta Şamê ve di gelek astengiyan re derbas dibû, lê gav bi paş ve neavêt û kêliyekê jî ji helwesta xwe neam û têkoşîna xwe ya ji bo pêkanîna edaleta jinê berdewam kir."

Yadê Eqîde û hevrêyê wê ji dema dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan ve cilên reş li xwe dikin û soz dan ku dê cilê reş ji xwe nekin heya ku azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan pêk were.

Esma Murad wiha domand: "Me bi hev re erka komîteya lihevanînê ya Girkê Legê girt. Yadê Eqîde her tim diruşma berxwedan, israr û mirovahî berz dikir. Di tevahî çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dihatin lidarxistin de pêşeng bû."

Esma Murad wiha dawî li gotina xwe anî: "Em ê şopa hevrêyê xwe Yadê Eqîde û têkoşîna wê heta pêkanîna azadî û edaleta jinê di civakê de berdewam bikin."

(fr)

ANHA