Li Mexmûrê tevgera balafirên keşfê

Balafirek keşfê ji saetên sibehê ve bi nizmî û bê navber li ser asîmanê wargeha penaberan ya Mexmûrê digere.

Li Mexmûrê tevgera balafirên keşfê
3 cotmeh, 2021   07:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê, ji saetên sibehê ve balafirek bê mirov li asîmanê wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê digere. Nayê zanîn bê ka balafira bê mirov ya dewleta Tirk a dagirkere, yan jî ya Koalîsyona Navnetewî ye.

Hêjayî gotinê ye balafirek bêmirov a dewleta Tirk ya dagirker di 3’yê Îlonê de serê sibehê saet 08.18’an de navenda Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) bombebaran kiribû. Di encama vê êrişê de dayîkek û zarokek 4 salî bi sivikî birîndar bûn.