Serokê Tûnisê jinek ji bo avakirina hikumetê erkdar kir

Serokê Tûnisê Qeys Seîd, ji bo avakirina hikumetê di zûtirîn dem de Nejla Bodin erkdar kir. Bi vê gavê re, Nejla dibe yekemîn jina Ereb ku vê erkê bi dest dixe.

Serokê Tûnisê jinek ji bo avakirina hikumetê erkdar kir
29 îlon, 2021   12:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera Nûçeyan a El-Eyn, serokatiya Tûnisê di daxuyaniyekê de got: "Serokomarê Qeys Seîd îro birêz Nejla Bodin Herem Remedan ji bo avakirina hikumetê erkdar kir."

Piştî ku Îxwnan li Tûnisê derbe xwarin, Qeys Seîd gelek gav avêtin.

(dx)