Zêdetirî 100 endamên tevgera El-Nehda istîfa kirin

Îro 100 endamên tevgera El-Nehda ji ber biryarên çewt û nerazîbûna gelê Tûnisê ji tevgerê,  istîfa kirin.

Zêdetirî 100 endamên tevgera El-Nehda istîfa kirin
25 îlon, 2021   12:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Îxwanan li  Tunisê û serokê wan Raşid El-Genoşî rastî derbeyek mezin hatin û 113 endamên El-Nehdayê  di nav de rêveberên navdar istîfa kirin.

Îro piştî civîna Meclisa Şorayê 113 endamên tevgera El-Nehdayê di nav de rêveberên navdar hene wekî  Semîr Dîlo, Ebdulletîf El-Mekî istîfa kirin.

(dm)