​​​​​​​Erdogan ku hêviyên wê bi Biden şikestin berî dide Rûsya

Erdogan, piştî ku danûstandinên wî bi serokê Amerîkayê Jeo Biden re bin ketin, hewl dide têkiliyên xwe bi Rûsyayê re xurt bike.

​​​​​​​Erdogan ku hêviyên wê bi Biden şikestin berî dide Rûsya
25 îlon, 2021   13:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî kovara "Newsweek", Erdogan eşkere kir ku tu zemîneke hevbeş bi Biden re pêk neanîn û ji rojnameyeran re da zanîn ku di civîna NY’yê ya roja înê de di danûstandinên bi Biden re tu encamên baş bi dest nexistin.

Erdogan xuya kir ku dê têkiliyên xurttir bi Rûsyayê re deyne.

Tê payîn ku Erdogan dê 29’ê Îlonê li Sochiyê ya li Deryaya Reş bi serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re bicive û dê girîngiyê nîqaşan bidin rewşa Sûriyê.

Erdogan hewl bide têkiliyên xwe bi Moskovê re pêş bixe û wiha gotibû: "Ew amade ne têkiliyên dualî bi Rûsyayê re geştir bikin."

Nakokiyên di navbera DYA’yê û dewleta Tirk ji çend salan ve ne baş in û beriya du salan dema ku Enqereyê pergala parastinê ya mûşekên Rûsyayê kirîn nakokî zêdetir bûn.

Washingotinê piştî testa yekemîn a pergala moşekan a S-400 ku di dawiya sala borî de pêk hatibû, peymanên li ser dayîna çekan ji hikumeta Tirkiyê re qedexe kir.

Rêveberiya Biden li gorî rêveberiya Donald Trump re helwesteke tundir li dijî Erdogan nîşan da.

(fr)