Jinên ciwan xwestin nûnerê Rêveberiya Xweser tavilê bê berdan

Endamên Yekitiya Jinên Ciwan ên herêma Firatê siyasetên PDK'ê yên li hember kurdan bi xiyaneta li doza kurdî bi nav kirin û bang lê kir ku tavilê nûnerê Rêveberiya Xweser serbest berde.

Jinên ciwan xwestin nûnerê Rêveberiya Xweser tavilê bê berdan
15 îlon, 2021   07:34
KOBANÊ

PDK'ê bi revandina nûnerê nûnerên Rêveberiyê Xweser ê li Başûrê Kurdistsanê Cîhad Hesen û hevkariya wê bi dewleta Tirk a dagirker re di êrişên li dijî qadên gerîlayên azadiyê asta dijminahiya wê ya li kurdan eşkere dike.

'PDK'Ê JI REVANDINA NÛNERÊ RÊVEBERİYA XWESER ÇI SÛD WERGIRT?'

Hemû beşên civaka Rojavayê Kurdistanê bertek nîşanî siyasetên PDK'ê didin û bi xiyaneteke eşkere li kurdan û doza wan bi nav dikin. Endamên Yekitiya Jinên Ciwan  a herêma Firatê siyasetên PDK'ê şermezar kirin û bang lê kirin ku xeta xwe rast bike.

Şîlan Misto got, divê PDK'ê dev ji siyaseta xwe ya li dijî kurdan berde, her wiha dev ji xiyanet û komploya bi dewleta dagirker re berde û divê nûnerê Rêveberiya Xweser serbest berde.

Şîlan wiha lê zêde kir: "Em bi hêvî ne ku PDK'ê bersiva vê pirsê bide: Nûnerê Rêveberiya Xweser li Başûrê Kurdistanê ji bo berjewendiya kê hatiye revandin? Heya vir bes e, bes e îxanet."

'TIŞTÊ KU DEWLETA TIRK NEKIR, PDK'Ê DIKE '

Newroz Bozan got: "Di van salên dawîn de, Kurd bi xetereya tunebûnê re rû bi rû ma, nemaze piştî ku dewleta Tirk a dagirker li seranserê axa Kurdistanê şerê tunekirinê li dijî wan ragihand û gerîla xewnên tirkan li çiyayên Kurdistanê pûç kirin. Lê îro em bi xencera xiyanetê ya PDK'ê ya ku bûye alavek di destê dewleta Tirk de matmayî mane. Tirkiyê tiştê ku nedikarî pêk bîne, dixwaze bi rêya PDK'ê pêk bîne. "

Newroz wiha dom kir: "Kurd bi hêz in, em ê planên dewleta Tirk a dagirker pûç bikin û bi vîna xwe em xiyanetê bişkînin."

Ciwana bi navê Silava Îbo got: "Kurd di tarîtiya mêtingeriyê de teng bû, ji ber vê yekê gerîla derket ku wan vegerîne cîhana ronahiyê. Îro jî gerîla di nav bêdengiya cîhanê de rastî êrişên bi gazên jehrî tê. Ev yek komployeke nû ku li dijî kurdan tê kirin. Hêza ku hebûna xwe diparêze ji her alî û bi her cure çekan tê hedefgirtin."

Silava bang li PDK'ê kir ku dev ji xiyanetê berde û layîqê Kurdan be, her wiha nûnerê Rêveberiya Xweser ku li Başûrê Kurdistanê ku hatiye revandin tavilê serbest berde û sedemên revandina wî ya sê mehan bêtir eşkere bike.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/d3QAulUZJ-E" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>