Çeteyên dewleta Tirk nahêlin ku şêniyên Efrînê biçin nav zeviyên xwe

Çeteyên Feyleq El-Şam yên girêdayê dewleta Tirk a dagirker nahêlin ku şêniyên gundê Beradê yê girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrîna biçin nav zeviyên xwe.

Çeteyên dewleta Tirk nahêlin ku şêniyên Efrînê biçin nav zeviyên xwe
13 îlon, 2021   13:53
ŞEHBA

Çeteyên Feyleq El-Şam bi daxuyaniyekê got, bêyî agahdarkirina komîteyên çandiniyê ya girêdayî dagirkeran, nabe şêniyên gundê Beradê yê Şêrawayê yên resen çi zevî biçînin, an jî mewsima zeytûnan berhev bikin an jî pezên xwe li nava zeviyên xwe biçêrînin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl didin dorpêç û astengiyên li dijî şêniyên Efrînê yên resen zêde, da ku wan neçar bikin ku dev ji mal û milkên xwe berdin û koçber bibin. ويأتي

Ev sûc û kiryar li pêş çavên kesayetên ENKS’ê ku banga vegera li Efrînê bi garantî û sozên derew dikin, pêk tên.

(fr)

ANHA