Artêşa Îsraîlê Xeza bombebaran kir

Ev 3 roj e artêşa Îsraîlê gelek nuqteyên tevgera Hemasê û zeviyên li herêmên cuda yên Xezayê dike hedef.

Artêşa Îsraîlê Xeza bombebaran kir
13 îlon, 2021   08:04
XEZA

Li gorî nûçegihanê me yê li Xezayê ragihandiye, balafirên şer ên Îsraîlê navend û zeviyên li başûr, naverast û bakurê Xezayê kirin hedef. Di encamê de gelek zirar li derdora herêmên hedefgirtî çêbûn, lê tu kes birîndar nebûye.

Li gel êrişên balafirên şer ên Îsraîlê, komên Filistînê moşekek avêt Kombûna Aşkul a li nêzî Xezayê. Li aliyekî din artêşa Îsraîlê ragihand ku ew moşek bê bandor kiriye.

Ev 3 roj e avêtina moşekan ji Xezayê û bersivdayîna artêşa Îsralê jî berdewam in.

Rojnameya El-Exbar a Lubnanê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyekî ji komên Filistînê, got: “Navbeynkarê misirî gefên Îsraîlê ku heke avêtina moşekan berdewam bike dê bersiv ji vê dijwartir be û dibe ku bigihêje asta pêkanîna operasyonekê li dijî Xezayê, gihand komên Filistînê.”

(şx)