Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê piştgiriya xwe ya ji Rêveberiya Xweser re nîşan da

Bi boneya salvegera 3'yemîn a damezirandina Rêveberiya Xweser a Bakur  û Rojhilatê Sûriyê, ciwanên Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê meşek li dar xist û piştgiriya xwe ji rêveberiyê re nîşan da.

 Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê piştgiriya xwe ya ji Rêveberiya Xweser re nîşan da
6 îlon, 2021   15:18
REQA

Bi dehan ciwanên endamên Partiya Sûriya Pêşerojê, endamên saziyên sivîl ên Reqayê û gelek şêniyên bajarê Minbicê tev li meşê bûn. Meş ji Baxçeyê Reşîd dest pê kir û ber bi çerxerêya Neîm ve çûn.

Di meşê de pankartên bi nivîsên: "Bi pêşengitiya ciwanan em ê pêşerojê ava bikin", "Rêveberiya Xweser nûnertiya me dike û azadiya me misoger dike" û "Werin cenga azadiyê" hatin rakirin. Her wiha diruşmeyên silavkirina Rêveberiya Xweser û şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker hatin berzkirin.

/ar/uploads/files/2021/09/06/133225_shbybh-hzb-swrya-almstqbl-yndhmwn-msyrh-damaan-llidarh-althatyh-28529.webp

Meş li çerxerêya Neîm veguherî mîtîngê û deqeyeke rêz hate girtin , piştre hevserokê Meclisa Giştî ya Ciwanan Elî Ehmed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniya ciwanan de hate gotin: "Şerê Sûriyê bandor li ciwanan kir. Ciwan ji aliyê sîstemên destpotîzim û mêtînger ve hatin bikaranîn, ji ber ku di vê aloziyê de yê herî zêde bandor li wan tê kirin, ciwan in ku bi darê zorê hatin çekkirin da ku xizmeta sîteman di şerên hundirîn û derve de bikin.

Li ser vê yekê divê em parastina Rêveberiya Xweser a li ser erda Sûriyê, yekitiya wê û yekitiya pêkhateyan bikin, ji ber ku Rêveberiya Xweser ji bo aloziya Sûriyê baştirîn çareserî ye. Ji lewma em bang li ciwanan dikin ku tev li têkoşînê bibin û bi armanca berfirehkirina Rêveberiya Xweser kar û xebata xwe xurtir bikin.

Di dawiyê de em banga naskirina Rêveberiya Xweser û beşdariya wê ya ji hemû diyalogên ku bi armanca çareserkirina aloziya Sûriyê pêk tên, dikin, nexasim ku ji sê yek ji rûbera Sûriyê dike û di pêkanîna ewlehî û aramiya di sînorê xwe de bi ser ket."

(eh)

ANHA