​​​​​​​Erkên me yên vê demê çi ye?

​​​​​​​Erkên me yên vê demê çi ye?
4 îlon, 2021   00:21

Sîrwan Ezîz

Dema ku em dibêjin gelê Kurd û çanda kurdî ya zengîn, em behsa bi hezarên salan dikin. Ne ku em behsa rewşa îro ya siyasî tenê dikin. Ev rewşa ku gelê Kurd yê gewre li ber bayê berjewendiyên herêmî û navdewletî fetisand û paşguh kir. Gelê me yê ku ev qas salên dûvdirêj li ser xaka Mezopotamyayê li gel Fars, Tirk û Ereban jiyî û tevî ku desthiladarî, serdestî lê kir, ew heya niha li ser xwe maye ku têkiliyên di hemû warên jiyanê de jî bi wan re dide meşandin. Gelê Kurd, mixabin ji ber lîstokên siyasî yên qirêj ji xak û navê xwe bê par ma. Ev lîstokên ku rê dan Mogol û Osmaniyên duh bibin Tirkên îro, Sefewiyên duh bibin Farsên îro, Qureyş û imperatoriyên Îslamî yên duh bibin bîst dewlet û mîrnişînên Ereba yên îro. Tenê Gelê Kurd bê derfet ma ku bibin xwedî statû.

Îro di Rojhilata Navîn de cardî ew planên siyasî yên qirêj tên dubarekirin. Her kes mîna berê dixwaze ku xak û welatan dagir bike, lew ra bi her cûreyan hewl didin ku pareke xwe bidest bixin. Destpêkê bi navê Buhara Erebî gelek dewletên mîna Lîbya, Misir, Lûbnan, Yemen, Sûriyê hwd.. wêran kirin û gelên van dewletan bi navê şoreşê dan xapandin. Ev Buhara Erebî derbasî her warî bû ku gelek êş, talanî û kuştin li pey xwe anî. Gelê Kurd û her wiha hevpeymanên wê yên ku bi salan bû xwe di asta fikirî û bîrdozî de rêxistin kiribûn, karîbûn vê fersendê di nava ewqas tevliheviyên heyî de bigrin dest û modeleke nû ya rêvebirinê pêş bixin. Her wiha guhertinên nû û aktîv ava bikin ku bandoreke erênî li derve kir û rewşa civak, ewlehî, xizmetguzarî ji deverên dîtir ên van welatan baştir kir.

Planên dewletên hegemon li vir tenê ne sekinî. Vê carê bi navê demokrasî û azadiyê cardin gel û civakên bindest xapandin. Ji xwe rewşa dawî ku li Efganistanê qewimî ya herî berbiçav bû. Ev bûyer gelek geşedan û tevlihevî di nava dewletan de çêkir, nexasim dewletên ku Amerîka bingeh û hebûna xwe ya leşkerî têde avakiriye. Di vir de jî tenê yek pirs di mejiyên wan de gerand; gelo dema ku Amerîka ji vir biçe wê çi bibe? Bêguman ev pirs di nava mejiyê gelê me yê Kurd de jî gerand, lê belê ka em pirsê biguherînin; dema ku Amerîka bimîne wê çi bibe?

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka her roj baş piştrast dike ku ew ji bo berjewendiyên xwe yên taybet li herêmê dimîne. Jixwe ev yek jî nîşan dide ku xema wê ne gel e. Ji lew ra pêwîst e ku gelê me vê rastiyê baş bizane û pirsa ku dewletên bindest di serê xwe de digerînin berovajî bikin. Efganistan nimûneyeke herî berbiçav e. Her kes jî dît çawa ku Amerîka ew xapand û li ser sifreyek zêr radestî komên radîkal kir. Îro divê tenê yek bawerî li cem me hebe ku azadiya me bi destên şervanên wî ye. Ne ku bi dest û hebûna Amerîka ye. Ji xwe gelên heremê yên ku dest bi dest pişta şervanên xwe girtin û karîbûn DAIŞ’ê têk bibin, herêmên xwe û deskeftiyên heyî baş biparêzên, helbet wê karîbin bibin bersiv û li hember her kesî jî bisekinin. Divê ev bawerî baş were naskirin.

Di vê qonaxa dîrokî de em neçarê serkeftinê ne. Li gor şert û mercên sedsala 18 û 19’an şert û mercên îro pir guncav in. Di du beşên Kurdistanê de kêm zêde statûyek derketîye holê. Di beşên din yên Kurdistanê de dewletên dagirker di dema xwe ya herî bêhêz û belave dijî. Eger bi awayekî rast şerê germ, bîrdozî, siyasî û rêxistinî were kirin, wê demê ne zehmete ku em bi ser bikevin. Lew ra di serdema me de ji bo me kurdan serkeftin ji binkeftinê hêsantir e, ango zehmet e ku  em wenda bikin lê hêsane ku ser bikevin. Di heman demê de dîrokê berpirsiyariyekî wiha jî danîye pêşiya me kurdan ku eger em bi ser ketin dê bi xwe re gelên dîtir jî bi ser bixin. Ji ber ku aloziya ji Buhara Erebî derketî bi xwe re demokrasî neanî. Lê serkeftina ku em bi dest dixin wiha dike ku gelê din jî bi ser bikevin, jiyaneke demokratîk û azad bijîn. Bi taybet li Rojavayê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûrî hat dîtin û teqezkirin ku gelê Kurd pêşengê gelan e. Ev jî ji bo me kurdan serbilindiyeke ku ji jêrzemînê rabûn qata jorîn in. Di demeke kurt de me xwe gihand asta pêşengtîyê.

Bi vê bîr û bawerîyê û bi şerekî rast em dê serkeftinên mezin bi dest xistin. Lew ra divê gelê Kurd vê yekê baş bizane ku ji pêngav û pêvajoyên dema tê re hişya rbe, tu piştê bi hêzên hegemon ve girênede. Ji ber ku dîroka bav û kalên me ji me re vê yekê piştrast kiriye ku mirovê hişdar û xwedî erd be cotkariya erdê xelkê nake. Lew ra divê em bizanin ku Amerîka ne hatiye erdê me ji me re cot bike, lê belê hatiye bifroşe.