Rojnamevanên jin ên Efgan: Dewletên rojavayî alîkariya me nekirin

Komeke jinên Efgan ku di warê çapemeniyê de bi dewletên ewropî re kar dikirin gotin, mirin li benda wan e ji ber ku Talîban nêzîkariya xwe neguherandiye.

Rojnamevanên jin ên Efgan: Dewletên rojavayî alîkariya me nekirin
2 îlon, 2021   08:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya The Independent a birîtanî ragihand ku gelek jinên efgan name jê re şandine û tê de dibêjin piştî ku Talîban Kabul kontrol kir, êdî jiyana wan di xeteriyê de ye û bang kirin ku wan ji mirina teqez xilas bikin.

Ji ber xof û tirsa Talîban, jinan navên din bi kar anîn û nasnameya xwe eşkere nekirin. Jina ku navê Sîma bi kar aniye got jiyana wan ji ber sê sedeman di nava xeteriyê de ye. Ya yekê ji ber ku ew ji kêmneteweya Hezara ya şîa ye, ya din ew di rojnameyekê de kar dike ku mafên jinan diparêze û tundrewiyê red dike. Sedema sêyemîn jî ew e ku hevserê wê di bernameyên amerîkî de yên ji bo belavkirina demokratiyê kar dike.

Sîma diyar kir ku ew neçar maye her 3 zarokên xwe li gelek malan bicih bike, piştî ku nikarî xwe bigihîne balafirgeha Kabulê. Sîma bi rêya bernameya Nûçegihanê Şîfrekirî 31`ê Tebaxê axaftina xwe wiha domand: “Zarokên min û çavên wan li asmanê pir digiriyan. Ew li bendê bûn ku balafir wan bibe lê kesek nehat.”

Di taxeke din a Kabul de Helîme ku rojnamevan û wergervan e xwe veşartî ye. Berê bi balyozxaneya Brîtanyayê û gelek dezgehên çapemeniyê yên Amerîkayê yên navdar re kar dikir. Helîme destnîşan kir ku dema daxwaza fîze kiriye da ku xwe û malbata xwe ji xeteriyê xilas bike, gelek dewletên rojavayî di nav de Brîtanya bêdeng mane.

TALÎBAN NEHATIYE GUHERTIN

Samiye jî 20 salî ye û rojnamevan e, îşaret pê kir ku piştî wefatê bavê xwe, wê di warê çapemeniyê de kar kir da ku debara malbata xwe peyda bike. Samiye got piştî êrişa bi moşekan a li nêzî mala wê pêk hatiye, êdî fêm kir ku pêşerojeke tarî li benda welatê wê ye.

Samiye wiha axivî: “Em dizanin Talîban nehatiye guhertin. Jin nikarin ji mal derkevin an jî biçin kar. Alîkariya me hemûyan bikin.”

Nîvê niştecihên Efgansitanê ku hejmara wan 39 milyon e, jin û jinên ciwan in. Gelek rêxistinên hiqûqî û mirovî ji sozên Talîban ên têkildarî rêzgirtina ji mafên jinan re bawer nakin.

(şx)