Minbic û Firatê li dijî êrişên dewleta Tirk piştgirî dan Rêveberiya Xweser

Bi sedan şêniyên herêma Firatê û Minbicê xwepêşandan li dar xistin û li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, piştgiriya xwe ji Rêveberiya Xweser re ragihandin.

Minbic û Firatê li dijî êrişên dewleta Tirk piştgirî dan Rêveberiya Xweser
24 tebax, 2021   11:13
KOBANÊ

 Bi dirûşmeya “Rêveberiya Xweser min temsîl dike”, îro bi sedan şêniyên herêma Firatê û Minbicê xwepêşandanek li dar xist. Xwepêşandan ji aliyê Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Minbicê ve hate organîzekirin. Xwepêşandan bi armanca piştgirîdayîna Rêveberiya Xweser li hemberî êrişên li dijî herêmê, hate lidarxistin.

Xwepêşandan ji xaçrêya Sirînê dest pê kir û li qada nêzî pira Qeraqozaq rawestiya.

Xwepêşandêran dirûşmeyên “Erê, ji jiyana hevbeş re, erê ji projeya neteweya demokratîk re, erê ji yekitiya gelan re” berz kirin.

Li qadê xwepêşandan veguherî mitîngê û alîkarê Sekertera Giştî yê Paritya Sûriya Pêşerojê Ehmed Sultan axivî û behsa derketina şoreşa Sûriyê ji rêgeha wê kir.

Sultan têkildarî guhertinên ku şoreşa gel a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêkirin, wiha got: “Şoereşa Kobanê şoreşeke mezin bû. Ji ber ku karîbû li hemberî DAIŞ`ê li ber xwe bide.”

Ehmed Sultan, Rûsya wekî berpirsa êrişên û komkujiyên artêşa Tirk a dagirker, nîşan da.

Sultan ji DYA`yê xwest ku giringiyê bide dosya Sûriyê û nûnerekî taybet ji bo Sûriyê erkdar bike.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/zpErdHHac-Y" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>