​​​​​​​Dagirkeran li Zirganê zarokeke qetil kir û yek din birîndar kir

Di êrişa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser navenda navçeya Zirganê de zarokeke hate qetilkirin û yek din birîndar bû.

​​​​​​​Dagirkeran li Zirganê zarokeke qetil kir û yek din birîndar kir
17 tebax, 2021   18:50
HESEKÊ

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser navenda navçeya Zirganê û gundên Til Werd, Bab El-Xêr û Rebîhat ên başûrê navçeyê didomînin.

Li gorî agahiyên destpêkê di topbarana li ser navenda navçeyê zarokeke hate qetilkirin û yek din birîndar bû.

Hate ragihandin ku ji ber topbarana bê ser û ber sivîl koçber dibin.

ANHA