Li Lubnanê tanker teqiya: 25 kesan jiyana xwe ji dest da

Li bajarê Ekar ê li bakurê Lubnanê tankereke benzînê teqiya. Di encamê de 25 lubnaniyan jiyana xwe ji dest da û bi dehan jî birîndar bûn.

Li Lubnanê tanker teqiya: 25 kesan jiyana xwe ji dest da
15 tebax, 2021   10:50
BEYRÛT

Şêniyên bajarokê El-Telîl û bajarokên din li Ekar sehrîca (tanker) benzînê desteser kir û li wir kom bûn da ku wê vala bikin. Dema şêniyan sehrîc  vala dikir, agir bi sehrîcê ket û teqîneke mezin çêbû. Di encamê de bi dehan kuştî û birîndar ji sivîl û leşkeran çêbûn.

Ambulansan yekser sivîlên birîndar û hin cenaze rakirin nexweşxaneyên li Ekar, Miniye û Terablûsê.

Serokwezîrê Lubnanê yê berê Seid Herîrî diyar ku “komkujiya li Ekarê ji komkujiya benderê ne cuda ye”.

(dm)