Li başûrê Beyrûtê şer derket: 4 kes hatin kuştin, 10 jî birîndar bûn

Li herêma Xelda ya başûrê paytexta Lubnan Beyrûtê şer qewimî. Hate ragihandin ku 4 kes hatin kuştin û 10 jî birîndar bûn.

Li başûrê Beyrûtê şer derket: 4 kes hatin kuştin, 10 jî birîndar bûn
1 tebax, 2021   15:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêma Xelda ya başûrê paytexta Lubnan Beyrûtê di navbera endamên Hizbullah û erebên herêma Xelda de şer derket.

Li gorî malpera RT ya Rûsyayê, şer ji ber kemîna ku ji endamên Hizbullah re hate dayîn derket.

RT diyar kir ku dema ku Hizbullah cenazeyê Elî Şiblî yê ku duh hate qetilkirin vedişartin rastî kemînekê hat. Hate ragihandin, di şer de 4 kes hatin kuştin û 10 jî birîndar bûn.