Gelo desthilata îxwanan li Tunisê bi dawî bû?

Piştî Serokkomarê Tunisê Qeys Seîd xebata parlamentoyê sînordar kir û hikumeta El-Mişîşî ji erk girt, li Tunisê alozî derket. Tevgera Nehda ya îxwanî bûyerên ku derketin bi "Darbeyê" bi nav kir û di serî de dewleta Tirk, komên îslama siyasî destek danê. Seîd got "Kî li ser darbeyê diaxive bila destûrê baş bixwîne."

Gelo desthilata îxwanan li Tunisê bi dawî bû?
26 tîrmeh, 2021   15:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî civîna awarte ya bi fermanderên leşkerî û ewlehî ku duh hatibû lidarxistin, Serokkomarê Tunisê Qeys Seîd gelek tedbîrên awarte girtin ku parastina dewletê bike. Ji wan tedbîran; xebata parlamentoyê sînordar kir, parêzbendiyê ji ser parlamenteran rakir û hikumeta Hîşam El-Mişîşî ji erk girt. Seîd dê çavdêriya xebata hikumetê bike, wezîrên wê vebijêre û çavdêriyê li serdozgeriya giştî bike.

DI ROJA CEJNA KOMARÊ DE TEVGER

Duh li Tunisê pîrozbahiyên Cejna Komarê hebû ku di wê rojê de Serokkomarê Tundisê Qeys Seîd ev tedbîr girtin. Di roja Cejna Komarê de bi hezaran welatiyan li paytext û bajarên dîtir xwepêşdanan li dar xistin û banga hilweşîna hikumet û parlamentoyê kirin.

Xwepêşandêran diruşmên li dijî îtîlafa hikumetê ya ji tevgera Nehda, Partiya Dilê Tunis û Îtîlafa Keramê pêk tê berz kirin û siyasetên wan ên têkildarî rewşa li welat, aloziya civakî û aborî şermezar kirin, her wiha xwepêşandêran banga hilweşandina parlamento kir.

SEÎD: EM DI ÇARÇOVEYA QANÛNÊ DE DIXEBITIN

Serokkomarê Tundisê di dîmenekêd e gotibû: "Di salvegera ragihandina Komarê de em neçar bûn gelek tedbîrên awarte ji bo parastina Tunisê bigirin. Bê guman hûn dibînin ku gelek cihên giştî tên hilweşandin, kiryarên şewat û talanê hene û hin hene hewl didin pereyan bidin ku şerê navxweyî li taxan çêbibe."

Seîd li ser tedbîrên ku girtine got: "Ne derveyî destûrê ne."

Serokkomarê Tunisê ragihand "Em di çarçoveyeke qanûnî de dixebitin, lê heger qanûn veguhere alava tesfiyekekirina hesaban û dizên ku preyên dewletê û pereyên gel talankirin xurt bike, ev ne qanûn e ku vîna gel îfade dike, lê alava desteserkirina îradeya gel e."

Desthilatên Tunisê ji duşemê ve çavdêriya balafirgehan xurt kir da ku tu endamên parlamentoyê dernekevin derve.

Madeya 80 a destûra Tundisê

Serokkomarê Tunisê di girtina van tedbîran de xwe spart madeya 80 a destûra Tunisê, dema ku ragihand: "Piştî şêwir pêk hatin û li gorî benda 80 a destûra Tunisê ev biryar hatin girtin û dê tavilê bikevin meryetê."

Li gorî madeya 80 a destûra Tunisê "Dema ku statuya welat, an ewlehiya welat an jî serxwebûna wê di rewşeke xeter de be, serokkomar dikare ji bo rewşên awarte tedbîran bigire. Beriya girtina tedbîran divê şêwira serokê hikumetê, serokê parlementoyê û ragihandina Serokê Dadgeha Destûrî bike, paşê van tedbîran bi daxuyaniyekê ji gel re ragihîne.

Divê armanca tedbîran vegerandina ewlehiya dewletê di demekê nêzî de be, parlemento di vê pêvajoyê de di tevgerê de be û nabe ku serokkomar parlemento sînordar bike, her wiha nabe lîsteyan gilî li dijî hikumetê pêşêkş bike.

Piştî 30 roj di ser tedbîran re derbas bibin bi daxwaze serokarê parlementoyê an 30 endamên wê biryara domandina rewşa awarte an bidawîkirina wê tê ragihandin."

NEHDA TEDBÎRÊN HATINE GIRTIN BI DARBEYÊ BI NAV DIKE

Dema Seîd ev tedbîr ragihandin, serokê tevgera Nehdayê û serokê parlamentoyê Raşid El-Xenoşî, serokê Qeys Seîd bi "darbeya li dijî şoreş û destûrê" tawanbar kir. El-Xenûşî ji Rutersê re wiha got: "Sazî hîna karê xwe dikin. Alîgirên Nehda û gelê Tunisê dê parastina şoreşê bikin."

ALÎGIRÊN SEÎD BI VAN TEDBÎRAN KÊFXWEŞ IN Û PÎROZ DIKIN

Girseyeke mezin di saetên piştî ragihandina Seîd a piştgiriya ji gelê Tunisê re kom bûn, silogan û tilîlî avêtin, di heman demê de jî artêşê avahiya parlamentoyê û kanala televîzyona hikumetê dorpêç kir.

Bi deh hezaran welatiyên Tunisê li kolanên paytextê û bajarên dîtir kom bûn û kêfxweşiya li ser van tedbîran li dar xistin, li gel wê jî helîkopter li asîman bûn.

Piştî demeke kurt ji ragihandinê biryarê, Seîd bi xwe daket kolana Hebîb Borqîbe ku alîgirên xwe bibîne.

ASTENGKIRINA EL-XENOŞÎ YA GIHAŞTINA LI PARLAMENTOYÊ

Saet di 03:00’an sibehê bi dema Tunisê Raşid El-Xenoşî û gelek parlamenterên Tevgera Nehda ya îxwanî hewl da derbasî parlamentoyê bibin lê artêşê nehişt derbas bibin, wê jî hişt ew li pêş avahiya parlamentoyê protesto bikin.

Li pêş avahiya parlamentoyê di navbera alîgirên tevgera Nehda û welatiyên Tunisê de şer çêbû, di heman demê de artêşê ew ji hev kirin. Her wiha alîgirên Tevgera Nehdayê hewl da derbasî navenda parlamentoyê bibin, lê erebeyên artêşê li ber deriyên parlamentoyê sekinînin û nehiştin derbas bibin.

Girêdayî wê, El-Xenoşî bang li alîgirên xwe kir ku li dijî biryarên serok tev li xwepêşandanan bibin. Lê piştî wê dezgehên çapemeniyê daxuyand ku El-Xenoşî ji pêş avahiya parlamentoyê çûye.

BERTEKÊN NAVNETEWEYÎ

El-Xenoşî ji dezgehên ragihandinê yên Tirk re axivî û ragihandina Îmaratê  tawanbar kir ku li pey van bûyeran û hedefkirina Tevgera El-Nehdayeye. Li ser vê yekê aliyên derve daxuyanî dan.

Berteka yekemîn a derketî ji aliyê dewleta Tirk bû ya ku alîgirê yekemîn ê Îxwan El-Muslimîn e. Berdevkê serokatiya Tirkiyê Îbrahîm Kalan bi twittekê got: " Tiştê ku dibe paşdexitina xebata demokrasî û paşguhkirina vîna demokrat a gelê Tunisê yê dost e." Kalan biryarên ku Qeys Seîd girtine, bi bêşerîyeta destûrê û bêpiştgiriya gel bi nav kir.

Li aliyekî din jî Serokê Meclisa Bilind a Dewleta Lîbya Xalid El-Meşrî yê alîgirê Îxwan El-Mislimî bi twittekê tedbîrên ku Qeys Seîd girtine bi darbeyê bi nav kir. El-Meşrî di twîtta xwe de got: " 14’ê Sibata 2014’an darbeya Hefter bû, 25’ê Tîrmeha 2021’an darbeya Qeys Seîd bû, mîna ku duh bû."

Li aliyekî din jî fermandarê giştî yê Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê muşîr Xelîfe Hefter tişta li Tunisê dibe bi "Serhildana gelê Tunisê li dijî îxwanan e" bi nav kir. Hefter ji malpera kanala Lîbya Al-Hadath re axivî got "Tunis piştî ku astengiya li ser rêya xwe ya pêşdeçûn rakir ber bi pêkanîna hêviyên gel ve diçe ku pêşerojek geş ava bike."

Têkildarî wê, berdevkê serokatiya Rûsya Dmitriy Peskov wiha got: "Em rewşê dişopînin û divê gefên li dijî aramî û aştiya welatiyan li Tunisê de tune bin."

BERTEKÊN TUNISÊ

Tevgera Gel a Tunisê jî eşkere kir ku biryarên serok ji bo sekna li hember xeteriya li dijî dewletê ne.

Her wiha Radyo Şemis Tunisê xuya kir ku Sandîkaya Karkeran piştgiriyê dide tevgera gel. Sandîkayê tevahî biryarên ku Seîd girtine bi destûrî wesif kirin.

(fr)