Necîb Mîqatî ji bo avakirina hikumeta Lubnanê hat erkdarkirin

Serokkomarê Lubnanê Mîşel Ewn bi biryarekê Necîb Mîqatî ji bo avakirina hikumta nû erkdar kir.

Necîb Mîqatî ji bo avakirina hikumeta Lubnanê hat erkdarkirin
26 tîrmeh, 2021   15:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomariyê got: "Serok Ewn, gazî Necîb Mîqatî li qesra Babedayê kir da ku ji serokatiya hikumetê were erkdarkirin."

Ji bo vî erkê Mîqatî 72 deng wergirt, Newaf Selam yek deng strand, 42 dengan navê kesî neda û 3 cîgir hazir nebûn.

Piştî erkdarkirinê Necîb Mîqatê got, heger wî gerantiya derve wernegirtiba ev erk qebûl nekir û ragihand "Bi hevkariya serokkomar Mîşel Ewn em ê hikumeta tê xwestin ava bikin."

Seed El-Herîrî yê 9 mehan ji bo vê erkî hatibû erkdarkirin, lêborîna xwe xwest. Di 4'ê Tebaxa borî de an ku roja teqîna li bendara Beyrûtê hikumeta Hesan Diyab îstîfa kir.