​​​​​​​Rojnameyên erebî: El-Kazimî li Washingtonê ye

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa Tûnis, serdana El-Kazimî ji Washingtonê re û aloziya Lubnanê, kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: El-Kazimî li Washingtonê ye
26 tîrmeh, 2021   08:28
NAVENDA NÛÇEYAN

TÛNIS LI HEMBERÎ KOLANÊ RÛ BI RÛ YE

Têkildarî rewşa Tunisê, rojnameya El-Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Piştî ku Tevgera El-Nehda biryara serok Qeys Seîd a der barê xebatê parlamentoyê û ibtalkirina erkên serokwezîr Hîşam El-Mişîşî, wekî derbe bi nav kir û soza parastina şoreşê da, gelê Tunisê daket kolanan.

Piştî civîna awarte bi fermandarên leşkerî û ewlehî re, serokê Tûnisê hin tedbîrên cûda li gorî rewşê ragihand da ku dewletê rizgar bike ji wan; Cemidandina xebatê parlamento, ibtalkirina mafê destnedayînê û rakirina El-Mişîşî li ser erkê wî. Li gorî biryarê, wê Seîd karê hikumetê bişopîne û wezîrên wê hilbijêre.

WANEYA EFGANISTANÊ DI NIVÎSGEHA SEROKWEZÎRÊ IRAQÊ DE BAŞ TÊ XWENDIN

Girêdayî rewşa Iraqê rojnameya El-Ereb ev tişt got: "Serokwezîrê Iraqê Mustefa El-Kazimî dema ku ber bi DYA`yê ve diçû da ku bi serok Joe Biden re têkildarî hin mijarê hesas di serî siberoja hebûna leşkerî ya Amerîkî li Iraqê, diyar bû El-Kazimî baş waneya efganî weke nimûneya ne cidiyeta Washingtonê di destekdayîna hevalbendên xwe re fêm kiriye.

El-Kazimî got pêwîstiya welatê wî bi hêzên şerker ên Amerîkayê ku şerê DAIŞ`ê dike, tune ye û bi vê yekê peyamek da amerîkiyan ku Heşid Şebî naxwaze ku hêzên wê li ser xaka Iraqê bimînin.

LUBNAN…ÎRO LI ŞÛNA EL-HERÎRÎ WÊ SEROKWEZÎREKÎ NÛ WERE ERKDARKIRIN

Têkildarî rewşa Lubnanê, rojnameya El-Beyan got: "Îro çav ber bi koşka komarî ya li Behebda ve diçin. Tê payîn ku şêwermendiyên pêwîst wer kirin ku heger tu geşedan çênebe da ku serokek li şûna Seed El-Herîrî were erkdarkirin. Tê gotin ku ji nava kesayetên ku şûna El-Herîrî bigirin, seromkê hikumetê yê berê Necîb Mîqatî, endamê parlamentoyê Feysel Kiramî û baylozê berê Newaf Silam e.

(bx)