‛Li herêmên hikumeta Şamê kirîza aborî û Rûsya ji vê rewşê sûdar e’

Li herêmên hikumeta Şamê qeyraneke aborî heye, tevî vê yekê jî hikumeta Şamê buhayên hin madeyan du qatî bilind kir. Têkildarî vê yekê aborînas Yûnis Kerîm got:"Rûsya ya ku herî zêde sûdê ji vê rewşê digire."

‛Li herêmên hikumeta Şamê kirîza aborî û Rûsya ji vê rewşê sûdar e’
23 tîrmeh, 2021   09:44
NAVENDA NÛÇEYAN-ŞEYMA ELÎ

Digel qeyrana aborî ya li herêmên hikumeta Şamê de, hikumetê beriya hefteyekê buhaya nan û mazotê piştî bilindkirina buhayên benzîn û hin madeyên xwarinê mîna birinc û şekir, bilind kir.

Di 7’ê vê Tîrmehê de, Wezareta Bazirganiya Hundirîn û Parastina Mezexêran a hikumeta Şamê buhaya lîtreya benzîna "oktan 95" kir 3 hezar lîreya Sûriyê anku bi rêjeya ji sedî 25 bilind kir.

Piştre, buhaya lîtreya mazotê ji 180 lîreya Sûriyê bû 500 lîreya Sûriyê anku du qatî zêdetir bû, di heman demê de jî buhaya nan ji 100 bû 200 lîreya Sûriyê ew jî du qatî bilindtir bû.

Çavdêr dibêjin ku ev biryar dê nirxên piraniya madeyên xwarinê, çandiniyê, pîşe û veguhestinê bilind bikin. Di encamê de, wê azar û êşa welatiyên li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de zêdetir bibin.

Li stasyonên sotemeniyê yên li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de alozî heye û tabûrên erebeyan heta 3 kîlometreyan dirêje dibe. Hikumeta Şamê her tim îdia dike ku ji ber cezayên dewletên rojavayî, aloziya aborî li welat çêbûye.

Serokwezîrê hikumeta Şamê Hisên Ernos îdia dike ku buhayên madeyan bilind nebûye,  lê belê tenê zêdebûneke biçûk çêbûye.

Çavdêr dibêjin ku li kolanên Şamê ji ber bilindbûna nirxên mazotê teksî tune ne, di encamê de welatî li kolanan disekinin û li bendê ne ku li erebeya veguhastina giştî  siwar bibin.

Li gorî welatiyan pirsgirêk ew e ku hikumeta Şamê nirxên erebeyên veguhastinê li gorî dirêjbûna xetê diyar kir ku ew jî ji 100 heta 130 lîreyan e, lê ajokaran teksiyan ji her kesekî/ê 200 lîreyan digire.

NERAZÎBÛNÊN GEL

Gelê Sûriyê nerazîbûnên xwe yên der barê bilindbûna nirxên mazotê û nan de nîşan dan, ji ber ku di jiyana malbatên sûrî de ev her du madeyên sereke ne û bandoreke wan li ser jiyana wan a rojane heye.

Li ser Facebookê ev biryar hate redkirin û welatiyekî got: "Li hemberî zêdekirinên berê ev zêdebûneke mezin e, dê debara  bo welatiyan xerabtir bibe û dê bandorê li nirxên tevahiya kelûpelan û xizmetguzariyan bike."

Heman welatî dibêje ku ajokarên teksiyên kirê, dê kirê bilind bikin da ku bikaribin hewcedariyên xwe dabîn bikin û ev yek dê bandorê li kesên ku teksiyên kirê siwar dibin, bike û ev lê zêde  kir: "Wesayitên veguhestinê dê ji sedî 50 bilind bibe."

BIRYARÊN DÛRÎ DEMÊ NE

Welatiyekî din jî di nav parvekirinên xwe de got: "Ev isbat dike ku biryar ne li gorî rewşê têne standin û çareserî ji pirsgirêkan re nayên dîtin, lê belê biryarên ku dûrî rewşê ne, hatine standin, ev hikumet wekî ku ne li Sûriyê be û ji sedî yek ji daxwaz û êşa welatiyan nabîne, tev digere."

AJOKAR: EM BÊ PERE DIXEBITIN

Têkildarî vê yekê dezgehên ragihandinê diyar kir ku di hefteya derbasbûyî de ajokarên servîsan ên ku li stasyona veguhastina welatiyan a bakurê parêzgeha Humisê dixebitîn, nerazîbûnên xwe yên der barê biryara hikumeta Şamê û bilindbûna nirxên sotemeniyan de nîşan dan û kar rawestandin.

Ajokarekî li ser xeta Humisê-Restenê dixebite got: "Diyarkirina kirêya erebeyan a ji aliyê gerînendetiya zimhêrê ya veguhestina welatiyan ve hatiye diyarkirin ku ji bo 20 kîlometere sed lîreyên sûrî be, êdî ji bo xwediyên servîsan wekî xebata bê pere ye, ji ber ku buhaya lîtreya mazotê li sûka reş gihaştiye hezar û 700 lîreyên sûrî."

BILINDBÛNA BUHAYAN PROSEYA VEGUHESTINÊ LAWAZ DIKE

Der barê bandorên bilindbûna buhayên benzîn û mazotê de ji hêla hikumeta Şamê ve, aborînas Yûnis  Kerîm ji ajansê re daxuyand ku buhayên mazot û benzînê dê xebata veguhestinê lawaz bikin.

Kerîm hevrûkirineke di navbera buhaya lêçûna kirêya veguhestinê ya beriya aloziya Sûriyê û piştî wê çêkir û got: "Beriya aloziya Sûriyê welatiyan ji sedî 30 ji mûçeyên xwe ji bo kirêyên veguhastinê xerc dikir. Lê niha ji ber rewşa debarê ne baş e, karmend  ji sedî 75 ji mûçeyên xwe ji kirê re vediqetînin û di encamê de ev guhartina di lîreyê de dibe sedem ku karmend hemû mûçeyên xwe ji veguhestinê re veqetîne. Êdî ev yek nayê qebûlkirin."

Kerîm destnîşan kir ku ev bilindbûn nirxan dê lêçûna li ser qada hikumetê jî bilind bike û gendelî jî dê bibe wesîleya berdewamkirina kar, ji lew re hişyariya xeteriya vê yekê ya li ser qada taybet da û got: "Ev yek li ser qada taybet xeter e û dihêle xwediyê kar hîn zêdetir kirêya baran bide, di encamê de dê bandorê li lêçûna hilberînekê bike û nirx jî bilind bike."

Aborînas eşkere kir ku ev bilindbûna buhayan dê ne tenê bandorê li veguhestinê bike, lê belê li kelûpelên din jî bike, di heman demê de ji bo nirxên sebze û nirxên madeyên mizextkar jî ne baş e û dê bibe sedema bilindbûna nirxan.

Aborînas Kerîm anî ziman ku bilindbûna nirxên veguhestinê dê bihêle welatî hewcedariyên xwe ji taxa ku lê dimînin bikirin, ev jî dê lîreyê lawaz bike û bandorê li karînên hikumetê yên li ser siyaseta birêvebirina lîreyê bike, li aliyekî din jî bilindbûna nirxên kelûpelan dê bibe sedem ku bazirgan pereyan xwe bicemidînin. Ev jî bandorê li welatiyan dike, ji ber dema pere têne cemidandin dê nirxên lêçûnê çend qatan zêdetir bibe."

Kerîm bi domdarî got: "Bilindbûna nirxên sotemeniyan dema welatî hewcedariyên xwe yên sereke dabîn bikin, dê bandorê li wan bike. Di encamê de dê rewşa debarê kambax bibe, ji ber wekî em dizanin piraniya karkeran di qadên perwerde û tenduristiyê de dixebitin dûrî deverên kar in, ji lew re dê bandorê li peydakirina xizmetguzariyên tenduristî û perwerdê bike. Ev yek jî dê bandorê li tevahiya aliyên jiyanê bike."  

Têkildarî kesên sûdê ji bilindbûna nirxan werdigirin, aborînas Kerîm ev nirxand kir: "Welatî zirarê dibîne, lê kesên ku sûdê jê werdigirin; fînansmen in ên ku di qadên taybet de dixebitin û barên petrol bi keştiyê derbasî Sûriyê dikin. Ji lew re mirov dibîne ku sotemenî li stasyonan bi nirxekî bilind tê peydakirin, lê li qadên hikumetê ev sotemenî nayê peydakirin, di encamê de kesên sotemeniyê tînin û bi nirxekî bilind difiroşin benzînxaneyan jê sûdê werdigirin."

Aborînas Yûnis Kerîm têkildarî têkçûna aboriya Sûriyê, got:" Şoreşa birçîbûnê bi rêya destwerdana ji aboriya derveyî sînorê Sûriyê re dest pê kir, niha em behsa wê yekê dikin ku ji sedî 95 ji aboriyê bûye aboriyeke derve û reş anku beyî ku di dewletê re derbas bibe pêk tê. Heta dema dewlet biryaran distîne li gorî asta aboriya nerast dide, ne li gorî asta aboriya rastîn, di encamê de ev yek destnîşan dike ku hikumet çavkaniyên xwe ji dest dide û bi wê re vediguhere hikumeteke binketî."

‛NIRXÊN BILIND  Û MÛÇE KÊM IN’

Yûnis Kerîm behsa ferqa cûdahiya mezin a di navbera mûçe û debara welatiyan de kir û ev yek nirxand: "Fîeta yekemîn ji mûçeyan derdora 85 hezaran e anku derdora 25 dolaran  dike, lê lêçûna debarê 310 dolaran dike anku derdora milyonekî sûrî dike. Di encamê de ev cûdahiya mezin bi astengbûna welatiyan an jî bi gendeliyê gelek xebatên din tê dagirtin."

‛TAYBETMENDIYA HIKUMETÊ JI BO RÛSYAYÊ YE’

Der barê paşguhkirina Rûsya ji rewşa debarê ya li Sûriyê re ku xizmeta welatiyan nake, aborînas Yûnis  Kerîm bi vê xalê dawî li gotina xwe anî: "Rûsya dixwaze dewletê parçe bike da ku destwerdana xwe rewa bike û van saziyan bikire. Di encamê de, bi rêya hevpeymanan wê Rûsya bimîne. Ji lew re destwerdana piştgiriya ji welatiyan re nake."

(eh)

ANHA