​​​​​​​Lubnan...gelo piştî lêborîna El-Herîrî çi heye?

Piştî serokê erkdarkirî Seed El-Herîrî li ser neavakirina hikumeta Lubnanê li gorî însiyatîfa Fransayê lêborîn xwest, Lubnan derbasî qonaxeke nediyar a siyasî, ewlehî û aborî dibe. Lê gelo di rojên pêş de çi li pêş Lubnan û gelê wê heye?

​​​​​​​Lubnan...gelo piştî lêborîna El-Herîrî çi heye?
19 tîrmeh, 2021   08:23
BEYRÛT-ZIYAD EBÛ XEZALÊ

Piştî 9 mehan ji erkdarkirinê, Lubnan derbasî rewşeke nû bû, ew jî ji ber lêborîna serokwezîrê erkdarkirî Seed El-Herîrî ya li ser avakirina hikumetê. Dê bi wê re jî krîza siyasî, aborî û ewlehî kûrtir bibe.

Çavdêran da zanîn ku dê Lubnanê di merheleya bê de di rewşeke herî dijwar re derbas bibe, di demeke ku qeyraneke aborî û siyasî heye.

GELO LI PIŞTÎ LÊBORÎNÊ ÇI HEYE?

Tevî gelek şîretan Misir jî di nav de da ku lêborînê nexwaze, lê El-Herîrî ji ber neavakirina hikumetê, lêborîn xwest. Ji bilî sedemên hiştine lêborîn were xwestin, pirsa xwe dide der ew e; gelo di rojên bê de li pêş Lubnan û gelê wê çi heye?

Analîzvanê siyasî yê lubnanî, Wefîq Îbrahîm ji ajansa me re behsa merheyele piştî lêborîna El-Herîrî kir û wiha got: "Dê ev merhele ji tevahî aliyan ve dijwar be. Dibe ku li Lubnanê tevlihevî çêbibe, protestor û xwepêşandanên alîgirên El-Herîrî li dar bikevin. Dibe ku ev yek veguhere pevçûnên yekser bi alîgirên partiyn dîtir re, bi taybet "Şepêla El-Wetenî ya El-Hur" ji ber nakokiya mezin di navbera her du aliyan de hene. Bêyî ku mijar hîna zêdetir ber krîzeke giştî û şerekî ve biçe, divê destwerdana navneteweyî ya yekser were kirin û krîz bi dawî bibe."

Îbrahîm anî ziman ku krîza heyî êdî ne siyasî ye, lê belê krîza hebûna Lubnanê ye.

Girêdayî senaryoya duyemîn, Îbrahîm ev nirxand kir: "Divê xwestekên gel bi lez werin pêkanîn, ji ber piraniya gel naxwaze li hember hev du rabin. Dê ev jî bandorê li ser girseya partiya pêşerojê û sivikkirina hêrsa Sunî bike. Her wiha divê piştî wê kesayetek nêzî El-Herîrî were erkdarkirin û Dar El-Fitwa erka avakirina hikumetê bigire ser xwe. Bê guman meşa li ser vê senaryoyê dê ne hêsan û ne nerm be."

Girêdayî senaryoya sêyemîn, Îbrahîm got:"Divê Hizbullah û Şêpêla El-Wetenî ya El-Hur bibin yek, da ku ji nû ve bernamzetên xwe yên serokatiya hikumetê ferz bikin. Lê tê zanîn ku serokê Lubnanê Mîşêl Ewn hewl dide Keramî erkdar bike."

DESTWERDANA NAVNETEWEYÎ

Lêborîna El-Herîrî tê wateya ku valahiyek heye ku ew valahî wek îdia dike li dijî wî ye. Valahiya niha ne normal ne jî aştiyane ye. Dibe ku bi xwe re destwerdaneke navneteweyî bi buhaneya welat hildiweşe û pêdiviya xwe bi hikumetê heye, bîne û mirovên vî welatî jî li hember çareseriyê asteng in. Pêngava El-Herîrî jî dikeve xana"baldarkirina navneteweyî", bi wê re rewşên destwerdanê bi awayekî çalak guncaw dibin.

Lê belê gelo li ser pêşniyara serokê hikumetê berê Necîb Mîqatî çi heye? Bi awayekî pratîkî ew mirovekî herî zana di nava "klûba 4’an" de ye ku vê erkê naxwaze. Lê axaftinên tên kirin, berovajî wê nîşan didin. Nîqaş hene ku hêman û soz hatin dabînkirin, dibe ku Mîqatî qebûl bike. Di vê çarçoveyê de tê gotin ku erêkirina Mîqatî ya li ser erkdariyê, ew e ku ji nû ve ew ji bo serokwezîr piştî hilbijartinan were erkdarkirin.

KRÎZA ABORÎ KÛRTIR DIBE

Hilweşîna lîreya welat, li gorî rûdanên heyî pirsgirêkeke normal e, lê belê leza bilind a dolar pirsan ava dike. Ji ber hin kesên zirar ji lêborîna El-Herîrî yan jî aliyên siyasî yên alîgir an jî heta kesên dijberî Ewn û Basîl dîtine, hiştin ku lîstok bi pereyan çêbibe.

Çavkaniyên aborî da zanîn ku ji ber rewşa heyî û aloziya siyasî, krîza aborî û pereyan hêdî wê kûrtir bibe. Lê çareserî ji avakirina hikumetê dest pê dike. Lê ji ber ku heta niha ev vebijarek tune ye, krîza aborî nayê çareserkirin.

Têkildarî xweşbînî û axaftina li ser şandina diravên ji hêla sendoqa pereyan a navneteweyî ku nêzî 900 milyon dolar e, çavkaniyan diyar kir ku vê yekê hinekî aramî di nava desthilatê de çêkiriye. Lê sendoqa pereyan a navneteweyî tu hêman an jî ajoyên ku ew ê pereyan bide Lubnanê eşkere nekirin.

Bi wê re piştgirî bi çareseriyan ve girêdayî ye. Ji ber nîqaş û çareserî girêdayî hikumeteke aktîf e ku welatî pê bawer bikin. Gelo hikumetek heye ku beriya hilbijartinên parlamentoyê tiştên heyî rizgar bike?

BERKETÊN DERVE

Têkildarî bertekên derve, Wezîrê Karên Derve yê Fransa Jean-Yves da zanîn ku binketina avakirina hikumeteke nû y Lubnanê mijarekî tirsnak e û çîna siyasî ya Lubnanê rexne kir.

Le Drian wiha got: " Mixabin El-Herîrî beriya çend rojan ji salvegera yekemîn a teqîna hovane li bendera Beyrûtê di 4’ê Tebaxa 2020’an de ev biryar da."

Le Drian di axaftina ji rojnamgerên li navenda NY’yê ya li New Yorkê de wiha anî ziman: "Tiştê min fêm kiriye, ew e ku serokwezîrê erkdarkirî El-Herîrî lîsteya avakirina hikumetê pêşkêşî serok Mîşêl Ewn kir û wî jî red kir. Tiştekî mentiqî ye ku serokwezîrê qanûnên xwe yên taybet pêk bîne."

Li aliyekî din jî Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken got ragihandina îstîfakirina Seed El-Herîrî weke serokwezîrê erkdar ji Lubnanê re, pêşdeçûneke din a têkçûna hêviyên gelê Lubnanê ye. Her wiha destnîşan kir ku divê bi lez hikumet were avakirin ku bikaribe erkên destpêkê pêk bîne.

Anthony Blinken bang li rêveber û berpirsên Lubnanê kir ku nakokiyên xwe yên partîtî bidin aliyekî û hikumetê ava bikin ku xizmeta gelê Lubnanê bike.

Li aliyekî din jî cîgira  sekreterê giştî yê NY’yê mixabiniya xwe li ser neavakirina hikumetê anî ziman û bang kir ku lihevkirineke were çêkirin da ku hikumetekê ava bikin.

)fr(

ANHA